Akademiya Zanistên Civakî ya Mezopotamya di 4’ê Îlona sala 2014’an de wekî yekemîn zanîngeha Rojava hatibû vekirin; akademiyê merasîma yekemîn a bidawîkirina demsala fêrbûnê li dar xist. Di akademiyê de ku ji beşên dîrok, civaknasî, siyaset û hiqûqê pêk tê, şagirtên beşên dîrok û civaknasiyê ku ji kantonên Cizîrê, Kobanê û Efrînê hatibûn, sala xwendinê bi dawî kir.
Bi minasebeta dawîbûna salê, merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM′ê Aldar Xelîl, Cîgirê Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Hisên Ezam, serokên desteyan, Hevserokê Komîteya Têkîliyên Diplomatîk a TEV-DEM′ê Edbulselam Ehmed, nûnerên rêxistin û paritiyên siyasî, endamên Saziyên Civaka Sivîl û bi dehan welatiyên bajêr û xizmên xwendekaran amade bûn.
ANHA/QAMIŞLO