Li navçeya Semsûrê Kalikê (Kahta) ava bendavê vekişiya û masîgiran li qeraxa gola bendavê, xêz û fîgurên ku li gorî midûrê muzeyan ê Semsûrê ji heyama Paleolîtîkê mabin, dîtin.

Axir ev xêzên hanê li ser keviran hatine verotin. Ango bi wan awayên em pê dizanin ên resmandina dîwar û şikeftan ên serdema paleolîtîkê nehatine xêzkirin. Di wan de mirov nêçîra pezkoviyan dikin. Lê tiştek heye ku di vê nûçeyê de balê dikişîne. Midûrê Muzeyan ê Semsûrê Mehmet Alkan ê ku qaşo lêkolînê li cihê cih dike, dibêje, teswîra siwariyên li ser hespan heye.

Ev agahiya hanê jî nîşan dide ku yan resm ji sedemeke nû ne ku êdî hesp hatine kedîkirin û mirov siwarî hespan jî diçin nêçîrê, ango ne ji paleolîtîkê ne. Yan jî resm bi temamî xeyaleke hin kesan in ku di serdema me yan jî di rabihuriyeke ne kevin de ji xwe re ev xêz û resmên han li ser latan verotine. Ecêb e ku midûrê muzeyan di asta wilayetê de hayil ji van nebe û daxuyaniyeke wiha li hemberî çapemeniyê bide.

Hasil, dirêjahiya vê devera xêz li ser hatine kirin 8 mêtre ye û berê wê jî 70 santîm e.

Masîvanê bi navê Mustafa Asîlturk ev resm dîtine û rayedar xebero agahdar kirine.

 

SEMSÛR