
Li ser rêyeke aram a li bakurrojhilatê paytexta Ingilistanê Londonê, du depoyên bi kevirên sor ên lêkirî yên kevin hene. Deriyên darî yên mezin û pişta wan a li çemê Kanala Regentê îşaret bi rabihuriya wan a pîşesaziyê dike.
Ha ev depo Franks House (I û II) ne, û ji sala 1970´yî ve mala gelek paçryên koleksiyonên berhemên hunerî ên ji Beşa Efrîka, Okyanusya û Emerîkayê ne û berê binebeşek ji Beşa Etnografiyê bû. Ha li van herdu avahiyan îro 200 hezar parçeyên hunerî hene. Ev parçe wê bên vekirin, bên sinifandin û di demeke kurt de berê xwe bidin British Museumê li Bloomsbury. Ha ev veguheztin wê bibe projeya veguhestina berhemên ji bo muzeyekê ya herî mezin.
Ango ji depoyan wê biçin, “The British Museum’s World Conservation and Exhibition Centre (WCEC)” ku ji bo mihafezekirina berhemîn ji materyalên organîz pêk hatine.
Armanca sereke ew e ku heta sala 2021´ê pirraniya berhemên etnografîk ên li muzexaneyên cihê bên veguheztin da ku bi rengekî guncaw bên mihafezekirin.
Di vî karî de ji bilî kuratoran 15 asîstanên birêveberiya mihafezekirina di depoyan de jî kar dikin.
Çi tê mihafezekirin? Yek jî ev kumê şervanan e ku ji Ugandayê tê. Ji herê, pirtêkên hêştirme, metal û mûyên mirovan hatiye çêkirin. Yek ji qederê 50 hezar bojeyên ji Efrîkayê ye ev.
Li kêleka vî kumî jî rêzek ji objeyên din ên ji koleksiyona Efrîka xuya dikin.
LONDON