Mihemed Arif Cizîrî nêzikî hezar û dused stran û kilamî qeyd kirine. 60 kasêt derxistine. “Xezal”, “Xirabo”, “Siwaro”, “Pismamo”, “Ez Xezal im”, “Befr Barî”, “Hesenîko”, “Bavê Fexrê”, “Mehrûmê”, “Diyarbekîr” hinek ji berhemên wî yên naskirî ne.
FIRMESK ELİ / ROJNEWS/SILÊMANÎ
Di ser wefata hunermendê bi nav û deng ê Kurd Mihemed Arîf Cizîrî 33 sal derbas bûn. Heta niha jî kilamên wî di mal û ocaxên Kurdan de olan dide, heta mirov dikare bibêje bi guhdarîkirina kilamên wî navê wî di dilê Kurdan de her mayînde bû. Niha em ê bi kurtî be jî berê nivîsê xwe bidin ser jiyan û behremendiya Mihemed Arif Cizîrî.
Mihemed Arif Cizîrî 1912’an li Cizîrê ji dayik bûye. Di 13 saliya xwe de bi hinceta ku piştevaniya Şêx Seîd kiriye, li gel 12 hevalên Şêx Seîd tên girtin û wî jî dibin Amedê.
Piştî ku li wir tên mehkemekirin, Şêx Seîd û hevalên wî tên bidarvekirin. Lê Cizîrî ji ber emrê xwe yê piçûk ji bidarvekirinê xilas dibe. 5 salan li zindana Amedê dimîne û piştî tên berdan jî êdî nedikare di bin hikmê Tirkan de bimîne. Loma jî berê xwe dide Bexdayê. Li Bexdayê karê xwe yê hunerî dewam dike. Di radyoya Bexdayê de kilamên Kurdî ên wekî “Xifşê”, “Siwaro”, “Pismamo”, “Ez Xezal”, “Koçerê” dibêje. Cizîrî di sala 1932’an dizewice û du zarokên wî yek keç, yek jî kur jê re çêdibe.
Cizîrî bi gelek kilamên xwe yên wekî “Xezal xezal”, “Ay lê Gulê”, “Buharê hat buharê” bi dengê xwe yê zîz hestên evînî û civakî vedibêje. Cizîrî ku bi xwe di dîwana dengbêjan de mezin bûye, tesîr li hunermendên ciwan û hevçaxê xwe jî kiriye.
Dengê Cizîrî di Radyoya Bexdayê de
Sala 1939’an di beşa zimanê Kurdî ya Radyoya Dengê Bexdayê de dest bi kar û xebatan dike. Mihemed Arif Cizîrî hunermendên wekî Elî Merdan, Resûl Gerdî, Hesen Zîrek, Tahîr Tofiq, Hesenê Cizîrî, Cemîl Beşîr, Meryemxan, Fewziye Mihemed, Nesrîn Şêrwan nas dike. Li gel Eyşe Şan û Îsa Berwarî jî peywendiyan çêdike û bi hev re tevlî gelek konseran dibin.
Mihemed Arîf Cizîrî pir caran gund bi gund digere û kilamên dengbêjiyê dibeje. Mixabin wek gelek siyasetvan, rewşenbîr û hunermendên Kurd jiyana Cizîrî jî di nava xizaniyê de derbas dibe. Dibêjin, dema ku ji gundekî derbasî gûndekî din dibe, di rê de sola wî diqete û ji bo riya xwe bikudîne, ji neçarî têlekê ji tembûra xwe qut dike û bi wê têlê sola lingê xwe girêdide. Dayika Cizîrî Edla Xan jî wekî dengbêjeke binavûdeng tê naskirin. Cizîrî 17’ê Kanûna 1986’an li nexweşxaneyeke Duhokê rehmet dike.
Bi hezaran kilam qeyd kirin
Mihemed Arif Cizîrî nêzikî hezar û dused stran û kilamî qeyd kirine. 60 kasêt derxistine. “Xezal”, “Xirabo”, “Siwaro”, “Pismamo”, “Yardilo”, “Ez Xezal im”, “Berîvanê”, “Befr Barî”, “Hesenîko”, “Çiyayê Şingalê”, “Bavê Fexrê”, “Koçerê”, “Gulê Mehrûmê”, “Şevên Nîsanan“, “Diyarbekîr”, “Çiyayê Kurdistanê” hinek ji berhemên wî yên naskirî ne.