
Neteweya Kurd bi hemû bextreşî û zehmetiyên ku di jiyana xwe de dîtine û niha hêjî derd û elemên bindestiyê dikişînin, lê dîsa jî hemû taybetmendiyên xwe yên neteweyî di nava cergê civata xwe de bi rindî parastine. Mayîn û hebûna me û her neteweyek din bi sê tiştan ve girêdayiye:
1. Ax, ango erd
2. Dîrok
3. Ziman û Çand
Kurd li rex cîranên xwe ji bilî wê hindê ku xwediyê hemû taybetmendiyên jor in, karîne bi rindî xwe li ber şilqên bi hêz yên talan, asîmîlasyon û qirkirinên dagirkeran biparêze. Di warê parastina ziman, çand û taybetmendiyên millî de, bêguman rolê dengbêj û beytbêjên gerînok gelek zêde ne. Wan karî mîrateyek çend hezar salî, nifş bi nifş û sing bi sing heya roja îro bigihînin destê me. Wan karîn pişt bi pişt samanekî netewî ji tinekirinê biparêzin. Çand û wêjeya devkî bi riya van beytbêj û dengbêjan heya roja îro, ku riyek ji hunermend û dengbêjên me yên îroyîn re vekiriye, hatiye parastin. Rastiyek ne veşartiye ku mirov çiqas derheqa rolê wan de binivîse, dîsa jî kêm e. Neteweya Kurd xwediyê gelek zanyar û mirovên mezin e ku di gelek waran de ji bo civat û mirovatiyê xebat kirine. Di nava hunermendên Kurd de Mihemed Arifê Cizîrî jî yek ji wan navên nemir e. Li ser jiyana M.A. Cizîrî lêkolînek berfireh pêwîst e. Li vir ez çend aliyên jiyana vî hunermendê nemir radixim ber çavan.
Ji girtîgeh û avkêşî heya efsaneyê
Mihemed Arifê Cizîrî di esmanê muzîk û hunera Kurdî de, yek ji wan stêrkên herî geş e ku dewlemendiyek gelek bi qîmet li ser stranên klasîk û gelêrî zêde kiriye. Ew her çend mirovekî nexwende û di jiyana xwe de mirovekî sade bû û qet qîmet nedida mal û menalê dinê, lê di cîhana strana Kurdî de nav û cihekî bi rûmet û bilind li pey xwe hiştiye. Di cîhana hunera resena Kurdî de wî berhemên dewlemend ji bo nifşên piştî xwe bi cîh hiştine.
M. Arifê Cizîrî, di rewş û mercên gelek dijwar de him dest bi jiyana civakî kir û him jî xebata xwe ya hunerî dest pê kir. Heya roja mirinê jî karê xwe yê stranbêjiyê domand. Lê pêwîst e ev jî bê gotin ku di rêya hunermendiyê de rastî gelek reşerojiyan bûye û emê bi kurtî behsa wan jî bikin.
M. Arifê Cizîrî, di1912’an de li Cizîra Botan li taxa Mîr Elî hat dinê. Cizîra Botan, wek di dîroka Kurdistanê de tê gotin çavkaniya belavbûna hemû Kurdan di Kurdistana mezin de ye. Ji aliyê dewlemendiya çand û taybetmendiyên çanda neteweyî de, herêma Botan di Kurdistanê de xwedî cîhek taybet e.
M. Arifê Cizîrî, di rewş û cîhekî wiha de hatiye dinê. Wek xuyaye sala ji dayikbûna hunermendê nemir M. Arifê Cizîrî hemdem e bi wan salên reş re ku qirkirina Ermenan ji aliyê desthilatdarên Osmaniyan ve dest pê kiriye. Bêhna qirkirin û kuştina mirovan li her dera cîhwarê jiyana Kurd û rrmeniyan belav bibû. Tel´et(Talat) paşayê xwînrêj û Sultan Ebdulhemîdê Osmanî gihîştibûn wê biryarê, ku bi navê îslam û misilmantiyê Ermeniyên ku navê ‘Kafir û Mirtid’ danîbûn ser wan, li ser erdên di bin desthilatdariya Împaratoriya xwe de bi navê ‘Şerê Pîroz’ qira wan anîn û tevî wana Kurdên Êzîdî jî ketin ber kêra şahên Osmanî. Armanc ew bû ku nemisilmanan bi yek carî ji holê rakin!!.
Bi giştî despêka jiyana M. Arifê Cizîrî bi van çar bûyerên jêr re hevçerx e:
1. Şerê cîhanê yê yekemîn (1914 - 18)
2. Tevkujî û qirkirina Ermeniyan (1908 heya 1915’an)
3. Hilweşîna Împaratorya Osmaniyan
4. Çar parçekirina Kurdistanê. (1915 S. Pîko û 1923 Lozan)
Tengasiyên aborî
Çar bûyerên navbirî, rewşa jiyanê ji her alî ve xistibûn nava tengaviyên dijwar. Bi taybetî destpêkirina şerê malwêrankerê cîhanê yê yekemîn, bi yek carî jiyana gel tevlihev kiribû.
Van bûyerên tal û dijwar Mihemed Arifê ku teze çavên xwe bi roniya jiyana cîhanê vekiribûn, pir diêşandin.
Mihemed Arifê ku xwediyê malbatek xwedî rûmet û mezin bû, her roj dîmenên dilşewat di kuçe û kolanên Cizîra Botan de bi çavên xwe didîtin. Wekî dibêjin bûyerên zarokatiyê qet ji bîra mirovan naçin û xuyaye, M. Arifê hest nazik û zarok, qet ew roj ji bîra nekirin. Ew heya roja mir jî, ew rojên ku çend zilaman ji bona xwarna goştê pisîk, kûçik an jî ajalên din ku ji birçîbûnê ditûpî (disekitî), hev û din perçiqandin, hev û din ji bo têrkirina zikê xwe bi zanîn an nezanîn kuştin, ji bîra nekirin.
Li ser bûyerên bi vî rengî mîrasek afirandina stranê ji hunermendê nemir re çêbû û navê wî li Kurdistana mezin belav kir. Huner di mejiyê kesên ku di nava kûrahî û cergê civata xwe de xem, derd û tehliyên jiyana gel dibînin û bûyer li ser hisên wan bi tesîrin, mîna ava kaniyekê diherike. Di gelek ji wan çûyinan de êdî veger tine bû û bi vî rengî gelek malbatên navdar kolbûn û bi yek carî ji nav çûn.
Guherîna hizr û ramanan
Piştî ku bi hevkarî û hêza gelê Kurd li ser mîrasê Împaratoriya Osmaniyan, Tirkye hat damezrandin, pêvajoyek nû di jiyana Kurdan de jî dest pêkir. Kemalîstan xebata xwe ya li dijî desthilatdarên Osmanî, ji Anadolê û di nava Kurdan de destpêkirin.
Ji vir û pêde şoreş û serhildanên berbilav li herêmên Kurdistanê dest pê kirin. Di sala 1925’an şoreşa Şêx Seîdê Pîran destpêkir, lê mixabin zêde nekişand û şoreş bi xiyaneta hevlingê Şêx Seîdê nemir, Qasoyê welatfiroş û desteka dewletên biyanî hat têkşikandin. Mêrxas û şêremêrên Kurd kom bi kom hatin girtin û serokê şoreşê û bi hezaran kesên din ji şoreşgerên Kurd bi destê şovînîstên Tirk hatin îdamkirin. Di sala 1926’an Mihemed Arifê Cizîrî û komek ji xizim û lawên egîd li Cizîrê bi hev re hatin girtin. Ew ber bi girtîgeha Amedê birin. Piştî çend rojan di girtîgehê de M. Arifê Cizîrî her şevê bi çavên xwe didît ku heval û hogirên wî yek bi yek ji wî cuda kirin û piştre careke din êdî qet ew nedîtin. Ber bi kû çûn û çi bi serê wan hat, her tişt eşkere bû: Tev di tarîtiya şevên reş de hatin îdamkirin û gihîştin karwanê şehîdên doza Kurdistanê.
“Çima û bona çi mêrxasên Kurd bi vî rengê hovane hatin şehîdkirin? Aya gunehê Kurdbûyînê kuştin û bêparkirina mirovan ji mafê jiyanê ye?..” Ev û bi dehan pirsên din hertim êrîş dianîn ser mejiyê lawikê 12-13 salî Mihemed Arifê nûgihiştî. Tirsa wan şevên tarî û tijî stemkarî, qet ji bîra wî nediçûn. Hemû guneyê wî beşdariya bav, kes û karên wî di serhildana Şêx Seîdê Pîran de bû. Di wan salan de Kurdbûn li gor bîrdoza Kemalîstan gunehek pir mezin bû û mezintirîn guneha Mihemed Arifê nûciwan jî, Kurdbûna wî bû. Carekê ji xwe re wiha got:“Ger Kurdbûn gunehek wiha mezin e, ez soz û qirarê didim ku vê riya bi şan û şeref bernedim.” Û şêremêrê rojên tengaviyê M. Arif heya dema mirinê dest ji vê soza xwe berneda.
Dengbêjiya M. Arif Cizrî
Hunermend û rewşenbîrê navdarê Ermenî “Aram Xaçatoriyan” derheqa huner û hunermendiya Kurdan de wiha dibêje: “Kurd ji zarotiyê bi hunermendî tên dinê û tevaya Kurdan hunermend û stranbêjin.” Mihemed Arifê dengxweş jî di cih û herêmekê de hatibû dinê ku navenda pêgehiştina hozanên navdar, dengbêjên kilamzan û welatê huner perweran e. Ji kevin de heya roja îro di piraniya malên Cizîrê û derdora wê de, kêm malbat peyda dibin ku yek an jî du kes ji endamên mala wan hozan û stranbêj nebin. Rojekê mîrê Kurd bi riya carçî û berdevkên xwe biryarek di nava gelê bajar de belav kir:“Her kesê ku Cizîrî be û di nava Cizîrê de bijî, ger kilam an jî stranekê nezane an jî qesîdekê nexwîne, bila ji bajarê Cizîrê derkeve.”
Ev fermana mîrê Kurd ger bi serê xwe bê şirove kirin, tê de felsefeya mayîna jiyana Kurdan tê dîtin. Çima Kurdan piştî ku bi sedan sale welatê wan ji aliyê dagirkeran ve hatiye dagirkirin, hê jî bi rindî ziman û taybetmendiyên xwe yên netewî parastine? Gelo fermanên bi kêr û bêrên wisa çiqas ji mayina Kurdan re bi mifa bûne? Bêguman pêwîst e bê gotin ku zindîmayina Kurdan bi sedemên wiha ve jî girêdayî ye.
Ji aliyek din dayika Mihemed Arif (Edla Xanim) jî di Cizîrê de dengbêjeke navdar bûye ku dengê wê pir xweş bûye û di nava civatê de ti dawet û şahiyek bêyî deng û awazên wê û deste xwîşkên wê, nedihatin lidarxistin. Herwiha di wan salan de li Cizîrê ji bilî Edla xanima dayika M. Arif, sê jinên din jî hebûn ku ew weke mamostayên hunermendên weke Hesen Cizîrî, Remezan Cizîrî, M. Arifê Cizîrî, Seîd Axayê Cizîrî û hwd dihatin hesibandin. Ji wan: Celoya Kor(Celîla Leilê) ku jinek feqîr û bêkes bû, Êmoya Cizîrî(dayika hunermend Remezan Cizîrî) û Nûrê ya dayika mamostayê hemû hunermendên Cizîrê nemir Eduyê Nûran, mîna Edla xanimê kilam digotin û di civata Kurdan de, gelek hosta bûn. Dema di şahî û dawetan de van xanimên Kurd mil didan hev û bi stranên xwe yên duqulî û sêqulî dewatker dişarandin, pîrejin û kalemêrên sedsalî jî nedikarîn di cihê xwe de bisekinin.
Kar û barên Cizîrî
M. Arif ji sala 1938’an û pê de bû sinetker û meşa xwe ya ber bi gundên dûr ve dest pêkir. Çenta xwe hildida û ber bi gundên deşta Mûsil, herêma Berwara Bala, herêma Soran û ber bi zozanên Kurdistanê dimeşiya. Ev kar û xebata nû him Mihemed Arif bêtir bi gel da nasandin û him jî wî baştir dab û nerîtî, rewişt û toreya gelê xwe nas kirin.
Rastiyek zanistiye ku dema mirov evîndarê karê xwe be, dikare li hemberî her astengekê li berxwe bide û di karê xwe de bigehe serê çiyayê serfirazî û serkeftinê. Bi taybet ger mirov ji zarotiyê mejiyê xwe li ser karekî taybet biwestîne, dikare di kar û xebata xwe de bibe pisporekî gelek zana. Hizra Mihemed Arif ya hînbûnê jî, ji çaxê zarokatiyê de bi rindî hatibû perwerdekirin. Wî hemû stran û çîrokên mêrxasiyê û miqamên ku dibihîstin di cih de ezberdikirin û par û şaxê ku stran diketê, zû jê re kifş dibû. Wî dikarî bizanîbe kanê her stranê taybetmendiya wê çiye û çawa yê bê gotin. Tama civakî, çîrok, peyv, herêma ku serpêhatiya stranê tê de qewmiye, zû ji hev cuda dikirin. Bi wateyek din Mihemed Arif ji ber ger û şarezayiya ku li ser zarave û devokên zimanê Kurdî li herêmên cûr bi cûrên Kurdistanê peyda kiribûn, dikarî bi rindî stranên ku dibihîstin, ji hev veqetîne. Di sala 1946’an komek olî bi hevkariya çend hevalên xwe yên bawermend pêk anî. Ew û Remezan Cizîrî jî bûn sergêrên koma xwe ya olî. Ji bilî wan Evduyê kurê Eşedê Cizîrî, Liyas Hacî Liyas, Hesenê Hemdanî û Arifê Hemdanî jî di komê de cih girtibûn
Li Bexdayê dengekî nû
Sala 1947’an Mihemed Arif çû Bexdayê û li wir mîna gelek ji hunermendên din xwe gihand radyoya Kurdî. Li wir bû ku cara yekem xanima hunerdost û hunerperwer Elmas Xan (1894-1974) nas kir. Di mala wê de hunermendên navdarên Kurd jî yek bi yek naskirin: Hesen Cizîrî, Nesrîn Şêrwan, Tahir Tofîq, Meryem Xan, Elî Merdan, Fewziye Mihemed Amêdî, Resûl Gerdî, Karapêtê Xaço û gelek ji hunermend û rewşenbîrên Kurd mîna endamên malbatekê li dora hev kombibûn û bi hevpişkî xebatên xwe yên hunerî, çandî û rewşenbîrî didomandin. Di mala Elmas Xanê de, ji bilî çalakiyên hunerî, rewşenbîrên Kurd jî li ser ziman û strana Kurdî û pirsgirêka Kurd bi hunermendan re diaxivîn. Li vir tê xuya kirin ku Elmas Xan miroveke gelek xêrxwaz, rewşenbîr, têgihîştî û nîştimanperwer bûye. Wê li xerîbiyê Kurdên camêr û zana li dora hev civandine û di navbera xwe de hevgirtinek siyasî-civakî pêkanîne.
Mihemed Arifê Cizîrî bi hevkariya Elmas Xanê çû radyoya Kurdî ya Bexdayê. Li wir piştî ku dengê wî ji aliyê berpirsyarên para muzîk û hunerê ve hat bihîstin, bi germî hat pêşwazî kirin. Berî wê di azmûna deng û stirînê de ku ji aliyê xwediyên kompaniyên qewan çêkirinê ve dihat li darxistin, M. Arif bi başî hatibû pejirandin. Dema bo yekemîn car li ser qewanan hinek ji stranên M. Arifê Cizîrî di nava gel de belav bûn, di demek pir kêm de bi hezaran qewanên wî hatin firotin. Lê mixabin li gor firotina qewanên wî, mafê wî nedihat dayin. Dîsa bi vê re kêm be jî rewşa jiyana wî hinek ji berê bêtir bû.
Koça dawî
Jiyana nemir M. Arifê Cizîrî di çend qonaxan de derbas dibe: Ji zarokatiyê ji ber rewşa tevlîheva cîhan û Kurdistanê, bi xizanî mezin dibe, di temenê 13-14 saliyê de ket girtîgeha Diyarbekir(Amed)ê, lê kêmtemeniya wî, ew ji mirinê rizgar kir. Ji bo ku azad bijî, xweş bistire, Kurdî bîbêjê û debara jiyana xwe bike, derbasî başûrê Kurdistanê bû û çû radyoya Kurdî li Bexdayê. Di civata hunermendan de cihekî taybet ji xwe re çêkir. Di salên 1950’yî de rewşa jiyana wî pir baş bû. Ji sala 1949’an û pê de heya sala 1972’yan bi fêrmî di radyoya Kurdî de xebitî û xwedî miaşê mehane bû. Li sala 1979’an çû mala Xwedê û bû Hecî Mihemed Arifê Cizîrî. Piştî wê demekê strangotin terikand, lê piştre dîsa dest bi kilam gotinê kir. Ji 1980’yî û pêde piraniya jiyana xwe di bajarê Dihokê û di nava gel de derbas kir. Sala 1984’an ji ber kalbûnê nexweş bû û ket nava ciyan. Piştî du salan şer û berxwedana li dijî mirinê, dilê wî di şeva 17’ê kanûna 1986’an li nexweşxaneya bajarê Dihokê(Nexweşxaneya Azadî) dilê wî ji lêdanê sekinî û gehişte rêza wan navên nemir ku hertim bi serbilindî Kurd yê navê wan bi bîr bînin. Tirba Mihemed Arifê Cizîrî li goristana Şaxkê li rojavayê bajarê Duhokê ye.
Naveroka Stranên Mihemed Arifê Cizîrî
Mihemd Arifê Cizîrî nêzî 350 stranên xwe (bi gotinek din 333 stran) bi rengekî fêrmî di para Kurdî ya Radyoya Bexdayê de tomar kirine. Di nava stranên wî de folklor û stranên gelêrî, dîroka Kurdistan, mêrxasî û camêriya Kurdan, jiyan û evîna ji bo mirovatiyê, bedewî û wefadariya jina Kurd, dilgemariya neyar û dagirkerên Kurdistanê tên dîtin. Xizmeta herî mezin ku M. Arif bi riya hunera xwe de pêşkêşî civatê kiriye, sax û zindîkirina stranên folklorî ye ku piştî xwendina wan bi dengê xwe, ew stran li hemû Kurdistanê belav bûn û ketin ser zarê gel.
Di yekemîn bihîstina dengê M.A. Cizîrî de, mirov ji rûyê dengê wî yê germ êşeke giran jî hiss dike. Belkî xema dûriya ji Botanê bandoreke taybetî li ser dengê wî jî çêkiriye.
Hemû bûyerên dîrokî û siyasî ku di dirêjahiya dîrokê de li Kurdistanê qewimîne, ji aliyê gel ve bi rengê stranê hatine xwendin. Ew mîna samanek netewî ji gel re bûne mal, lê piraniya wan nehatine bihîstin an jî kêm hatine bihîstin. Dema stranbêjek navdar wan kilamên gelêrî bi dengê xwe dixwîne, ew kilam li her dera welat belav dibin û gel bêtir bi bûyerên welatê xwe yên çaxên berê dihese. Gelek ji stranên gelêrî, M. Arifê Cizîrî ji qalibê herêmî derxistin û ew kirin Kurdistanî. Bo nimûne stranên mîna: Derwêşê Evdî, Şêxê Canê, Xezal-Xezal, Çûme Urfayê, Mîrê Botan, Bavê Seyro, Qasimê Meyro, Hesenîko Qûrban, Hesenê Mala Mûsa, Cembeliyê kurê Mîrê Hekariya, Lawikê Medenî, Eyşana Elî, Filîtê Quto, Mebrum Xanê(Mebruma Şikak), ay Babiko, Befir barî û hwd her çend gelêrîn e, lê piştî ku bi dengê M. Arifê Cizîrî hatin xwendin li her derê Kurdistanê hatin bihîstin û di nava gel de belav bûn.
Xem û derdên bindestî û mêrxasiya Kurdan di stranên M. Arifê Cizîrî de pir tên bihîstin.
Ji stranên hunermendê nemir M. A. Cizîrî, bi piranî tev di nava gel de belavin û gelek kes hene ku di arşîva xwe de hemû kasetên wî parastine. Wî bi hunermendên mîna Meryem Xan, Hesenê Cizîrî, Nesrîn Şêrwan, Eyşe Şan, Elmas Xan, Îsa Berwarî re stranên duqolî xwendine, an jî bi wan re rûniştiye û kasêt tijî kirine. Heya dawiya jiyana xwe hevaltiya wî bi piraniya helbestvan, nivîskar û hunermendên Kurd re hebûye. Di jiyana xwe de xwedî kesayetiyek giran bûye. Ti caran ji dijmin û dagirkerên Kurdistanê re stran nexwendiye. Ji bona wê jî giranî û navê xwe di nava gelê Kurd de bi rindî û paqijî hiştiye.
Mihemed Arif Cizîrî xwendegehek e ji wan kesan re yên ku dixwazin zimanê xwe baş hîn bibin, an jî koka kilam û stranên bav û kalên xwe yên gelêrî û otantîk binasin. Sifetên: Mêranî, şerafet, jiyana bi rûmet, qîmet û nirxên mirovanetiyê, tev di deng û stranên Mihemed Arifê Cizîrî de tên bihîstin.
KAKŞAR ORAMAR