Niviskarê navdar yê Kurd Mihemed Mele Kerîm bi nasnav Heme Mele Kerîm çû ser dilovaniya xwe.
Heme Mele Kerîm lêkolînerê wêjeya klasîk a Kurd, pêr li bajarê Silêmaniyê koça dawiyê kir. Heme Mele Kerîm nivîskar, lêkolîner û wergervanekî Kurd bû. Mele Kerîm kûrê Mele Ebdulkerîm Muderise ye. Gelek dîwana helbestên Kurdî wekî dîwana Mehwî heye, strana bêxud ku Nalî lêdaye, yek ji endamên akademiya Kurdî bû. Endamê damezrîner yê akademiya zanyariyên Kurdî ya li Bexdayêbû.
Heme Mele Kerîm di pirtûka li ser jiyana xwe nivîsandiye de xwe wiha dide nasandin: “Ez Mihemed Mele Ebdulkerîm Muderîs di 14’ê Tebaxa 1931’an de li gundê Biyare ya ser bi bajarê Helebceyê ji dayîk bûme. Min di dibistana zarokan ya Şêxên Biyare de Qurana pîroz temam kiriye. Kurdî û Farisî di hucreyên xwîna min de heye.”
NAVENDA NÛÇEYAN