Mihemed Şêxo hat bi bîranîn

Haberleri —

Di çarçoveya hefteya çandî ku Tevgera Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê bi boneya nêzîkbûna NEWROZê li dar dixe de, ji bo bîr anîna hunermend Mihemed Şêxo şahî û merasîmek lidar xist. Di merasîmê de Wezîra Çandê Hêvî Şêxo û bi dehan hunermend û welatiyan beşdar bûn. Mersasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Wezîra Çandê ya rêveberiya xweser a herêma Efrînê Hêvî Şêxo derbarê pêşketinên di warê çandî de û bi taybet piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê 2012’an de axivî û got ku hunermend Mihemed Şêxo hê jî nûnertiya hunera resen a netewî dike.


Bi muzîkê dijî
Piştre Endamê Tevgera Çand û Hunerê Usama Dede derbarê girîngiya çandê û rola wê di civakê de axivî û wiha anî ziman: “Çand nasnameya mirovan e û kesek çi Ereb, çi Kurd, çi Ermen û çi Asûrî be bi çand û zimanê xwe nasnameya wî diyar dibe.” Piştî axaftinan sînevîzyonek derbarê jiyana Hunermend Mihemed Şêxo de hate pêşkêşkirin û paşê ji aliyê Yektiya Hunermendan a Tevgera Çand û Hunerê û Koma Solfêj hatin pêşkêşkirin. Her wiha gelek ji stranên Hunermend Mihemed Şêxo hatin pêşkêşkirin. Têklîdarî mijarê pêşengeheke ji tablo, peyker, wêneyên zarokan hate vekirin.

Kedek zêde da
Şaxê Tevgera Çand û Hunerê ya Qamişlo jî bi merasîmekê 25'emîn salvegera koça dawî ya hunermend Mihemed Şêxo bi bîr anî.  Merasîm bi tevlîbûna dehan hunermend û kesên ji Şêxo hezdikin li navend Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bi rêzgirtinê dest pê kir‫.‬ Di merasîmê de her wiha Endcamê Tevgera Civaka Demokatîk TEV-DEM'ê Aldar Xelîl û da zanîn ku Şêxo di jiyana xwe de kedeke mezin ji bo çand û hunera kurdî daye û karibû bandoreke mezin di pêşxistina çanda kurdî de pêşkêş bike. Li ser navê Malbata Şêxo jî birayê Mihemed Şêxo Hemîd Şêxo axivî û jiyana birayê xwe bi bîr anî‫.‬ Piştre li ser navê Tevgera Çand û Hunerê Ednan Îbrehîm axivî û bal kişand ser tekoşîna hunermend Mihemed Şêxo û berxwedana wî ya ji bo pêşxistina hunera kurdî‫.‬ Di merasîmê de sînevizyon li ser jiyana Mihemed Şêxo hate pêşkêşkirin. Merasîm bi stranên Mihemed Şêxo bi dawî bû.

QAMIŞLO


paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.