Bihîstina dengê wî me ber bi serdemên berê ve girê dide. Dengê ku hê jî dengê guhdarkirinê û nû ye. Hunera ku vê gotinê îspat dike:“ tenê huner nemire…“ Ew me ber bi paşde vedigerîne û tabloyekî reş û rengîn yê jiyana xwe û civaka ku têde maye, radixe ber çavan. Me dibe nava pêvajoyeke dîrokê û rewşa siyasî-civakî ya salên 60‘î heta 80‘an xweşik dide diyarkirin. Kesekî hosta û ji awazên xwe re wan helbest û peyvan hildibijêre ku hişê civakê bide ponijandinê. Jixwe ji hunerê jî bendewariyek ji vê mezintir nayê payîn. Di vê nivîsê de ji xizîneya pirbar a hunera wî tenê çend stran bi kurtî hatine analîzkirin.


Serek û hezar sewda

Armancên wî mezin, dûr û kûr bûn. Serek û hezar sewda, dileke û sedan xwezî û êş. Serekî tije fikir û raman, dilekî pir hêz û bi evîn, çavên li hêviya xweziyên mezin, bejina bilind û wek dara çinarê bihêz ku rîşalên xwe dakûtane nava dilê axa welat û civakê. Wek “ bavê Felekê “ tê naskirin. Him di qada hunerê û hem jî di qada siyasetê de wek semboleke netewî bûye malê dîroka Kurdistanê.

Tenê bi sazekê, lê bi qasî orkêstrayeke dewlemend awaz û daxwaz, bîr û ramanên xwe yên homanîstî beyan dike. Manîfestoya wî hunera wî, lê hunereke zengîne. Her risteya ku ji zimanê wî derdikeve weke “ ayetên esmanî “ ji hêla gelê belengaz û bindest ve tên pejirandin. Kar û rewşa ku mejiyê dagirkerên welatî wî tevlihev dike û çare pêre nabînin. Mentiqa wan tenê “ gef û tehdîdkirin“e. Bes awazên wî ji sinorê esmanan jî derdikevin. Li Êrîvan, Bexdad, Kirmaşan, Tehran, Ûrmiye û Beyrûtê dengê wî tevlî dengê kurdperweran dibe.

Ew tenê li aliyekê weke ku hemû êş û elemên gelekî bindest û birîndar di dilê wî de bin, dixwaze ji îmkanên dengê xwe sûdê bigehîne doza Kurdistanê. Weke ku barekî giran li ser milên xwe his bike, dixwaze tiştekî bike û xelkê bi erkên wan bihesîne, lê hinek kesên razayî di guhê ga da zêde jê fam nakin. Yên ku jê fam dikim jî weke pêxemberekî dora wî girtine, jê hez dikin û bi peyvên ku wek awaz ji qirka wî ya westiyayî derdikevin hêz û hêvîyê distînin.

Li vira ji xermen an jî xizîneyekê min tenê besa çend dendakn kir, lê çi stranên siyasî an jî evîndarî û folklorî, tev jî bi dengê M. Şêxo xweşin. Çimkî di teva de hisên tije êş û derd di dengê wî de hene.


‘Ey Felek’

(Gotin: Xelef Zêbarî, Muzîk: M. Şêxo)

Mamosta Mihemed Şêxo çîrokbêjê destanên serdemekê ye ku kurd di halê rabûn û ketinê de ne. Serhildana Mistefa Barzanî (1961-1975) dest pê dike û piştre bi karê hevpar yê dijmin û dagîrkerên Kurdistanê re rastî şikestê tê. Heya hingî saza wî û çeka wî hevalên wî yên jiyanê bûn. Li pey şikestê êdî hilanîna tifingê li welatê ku bi milyonan kurd têde dijîn û bêmafin, jêre qedexeye. Li Îranê dibe penaber. Hunermendê gel hingî bi çekeke din şerê xwe didomîne. Saza xwe hildigire û bi xwîna dil û dengekî tije xem wiha diqêrîne:

“Ey Felek bo te dinalim

Bo çi nêrgiz çilmisîn

Ew çima bextê me ho ye

Em bê dost û bê kes in..“

Di wê rewşa tevlîhev a ku gel têde bû, stranên wiha hêsir bi çavên xelkê de dianîn xwarê. Birîn dikewandin. Şêxo weke saykologekî bispor dizane ka ji kîjan derî bikeve nava derya hestên xelkê. Ji ber wê jî bi awayekî dinale ku xelkê jî bixwe re bigirîne. Girî û rondikbarandin jî di çaxên wiha de dermanekî vehesîna riha birîndarbûyî a mirova ne. Li pey wan axînên xedar ew bêhîvî nîne û daxwazên xwe bi gel re parve dike:

“Agirê sar û vemirî 

Çav me lê ye geş bibit

Ew buhara tihnê kuştî 

Hêvîdar im xweş bibit…“

Di kempên penaberiyê de, di jiyana ku vê carê ne leşkerên ereb belkî leşkerên îranî bi dehan caran ji bo daxwazeke biçûk sivkatiyê bi penaberên kurd dikin, M. Şêxo jî dibe armanca SAWAK‘ê û saza wî ji destî digirin. Gefa li wî dikin û jêre dibêjin: “Ger êdî deng li te û saza te derkeve, emê tiliyên te bişkênîn û dengê te di qirka te de bifetisînin….“ Ew gotin Baasîyên Sûriyê jî jêre gotibûn. Û zû wî ji kempê derdixînin û ber bi sinorê Tirkemenistanê dûr dixin.

Kesî bi qasî wî şerê felekê nekiriye. Gilî û gazinên wî tije nale-nal û qêrînên bêbersivin, lê ew qet bêdeng namîne. M. Şêxo bi hemû îman û baweriya xwe ya bi îradeya gelê kurd, saniyekê jî bêhîvî najît. 


‘Eman Dilo’

(Gotin: Bêbuhar, Muzîk: M. Şêxo)

Ev stran heza evîndaran a ji hev re ye. Liv û lebat, hîvî û jiyan têde hene. Hîvîdarî bo paşerojê û îsrara ji hezkirina paqij:

“ Di ber mi re bi hûrî dimeşe

Yek li ber min kir wek şeşe

Li pêş min kir şeva reşe 

Bûm wek birîndar û nexweşe

Dil û kezeb tev bûn kulo…“

Eşqa rastîn zû bi zû nagehe meqeseda xwe. Xwediyê wê eşqê pêre diêşe û vê eşqê carna M. Şêxo jî perîşan kiriye.


‘Pêş Kevin’

(Gotin: M. Ehmedê Namî, Muzîk: M. Şêxo) 

Di stranekê de ew rêyên pêşkeftinê raberî kurda dike û li dijî paşkeftinê ye. Bi bihîstina van marşên wiha re guhdar hem hêzeke nû di ber riha xwe de his dikin û hem jî rêya rast a jiyanê li pêşberî xwe dibînin. Sirûdên wiha agirê govenda dilê şoreşgerên kurde. Ew marş dîlana ji bo azadiya Kurdistanê germ û gortir dikin an jî moralê didin civakê:

“Pêş kevin em serfiraz in miletê kurdî 

Yan mirin em dê bibînin yan jîna kurdî

Bi xwendevan û xwendegahan bi al û leşker 

Wê bijîn paşî bizanin rêçê bibin ser

Wa miletê kurdî…..“ 


‘Ay lê Gulê’

(Gotin: Emerê Lalê, Muzîk: M. Şêxo)

Mamosta Şêxo bedewiya Kurdistanê ji xweşikiya hemû gulên cihan cudatir dibîne. Ew di hilbijartina helbestên xwe de kesekî pir hosta û berevajî gelek stranbêjên niha hemû tiştekî nake benîştê devê xwe. Qîmeta dem û satên jiyana xwe dizane û bi vî awayî em dibînin ku jiyana wî tije berheme. Bostanê hunera wî rengîn û mîna guleke dema biharê teze û bêhnxweşe. Dema mirov baş guhdarî stranên M. Şêxo dike, hingî dizane ku wî qîmeteke mezin daye fêrbûna zimanê xwe yê zikmakî. Çimkî naveroka helbestên ku ji xwe re hilbijartine, di edakirina peyv û îzaha wateya helbestan bo guhdaran kesekî pir şehreza û hosta ye. “ Ay lê Gulê “ gelekî zû bi dengê henûn û tije xem yê M. Şêxo belavî her dera Kurdistanê bû. Strana ku hemû his û ramanên mirovan dixe hereketê:

“Ay lê gulê gula minê 

Şêrîna li ber dilê minê

Gulê nadim bi malê dinê 

Ez li ser gulê têm kuştinê…“


‘Heps û Zindan’

(Gotin: Bêbuhar, Muzîk: M. Şêxo)

41 sal temenekî kurt yê jiyana wî bû ku qelenê wê jiyanê jî giran bû. Pirî caran hate girtin û şikence kirin. Lê ew netirsiya û di heps û hocreyên tarî de jî ya ku ji dilê wî derket, pêşkêşî xelkê kir:

“Heps û zindan kûr û tarî xewa min nayê 

Ji eşq û evîna gulê ketime belayê

Gula min vebû bîn dabû serê çiyayê

Min go gulê were vir go ez bê dem nayê

Gula min bindest e heyran bi kul û keser e

Dest ji gulê bernadim can bidim sere “

Helbestên kesên weke Bêbuhar, Xelef Zêbarî, Sebirî Botanî, Dr. Bedirxan Sindî, Cegerxwîn, Emerê Lalê, Ehmedê Namî û kesên din xwedî naverokek dewlemend û şîretên kurperweriyê û şiyarkirinê têde pirin. M. Şêxo bihayekî mezin daye qêrînên mamosta Bêbuhar û hisên wî nêzî yên xwe dîtine. Binêrin ka ew çawa bindestiya kurd û Kurdistanê bi tabloyekî xweşik radixe ber çavan:

“Ser min zivistan ka buharê min

Şêrîna min ket dest neyarê min

Wê li min qut kir ziman zarê min

Li min xopan kir şûn û warê min

Rabe ji xewê çavê raketî 

Dilêm şewitî agir pê ketî 

Şêrîna min çû ti dil vêketî 

Dê çi bikim îro ji dest min der ketî“  


‘Newroz û Adar’

Gotin: Ehmedê Namî, Muzîk: M. Şêxo

Agirê Newrozê agirê bihara sala nû ye ku hezaran sale li Kurdistanê venemiriye. M. Şêxo daxwazên xwe yên azadîxwaziyê tevlî wî agirê dêrîn û tim vêketî kirine û di wê rojê de bangek wî heye. Banga ku îro ji duh û pêr bilindtire:

“Qîz û xortên Kurd çeleng û çak in 

Bi awaz û deng wa tim dibakin

Zengilê jînê Newroz vaye hat 

Rojek nû hilat pê xweşbû welat

Bi xêr bê buhar Newroz û adar 

Xweş dibê bi wan dilê evîndar…“


‘Gava Ez Mirim’ 

(Gotin: Mistefa Ertûşî, Muzîk: M. Şêxo)

Salên dawiya jiyanê ew me bi rastiyekê dihesîne ku pirî caran haya me jê namîne. Mirin li ber derê hemû mala ye û li mirova ji her tiştekî nêzîktire. Di vê stranê de nemir M. Şêxo me dibe nava cihaneke din û daxwazên wî ji me hene:

“Gava ez mirim gelî zindiya 

Min neveşêrin wekû hemiya

Gorêt min çêkin bin sîha çiya

Kêlyêt min çêkin ji du keziya 

Hemî adara hûn min huşiyar kin 

Da bikime şînî ji bo me hemiya “

Kurdên rojavayê Kurdistanê roja 9‘ê Adara sala 1989‘an hemû daxwazên hunermendê gel, kesayetiyê mezin û xwedî helwesta kurdînî û insanî M. Şêxo anîn cih û weke wî gotibû, kirin.


KAKŞAR OREMAR