Kurdan bi riya ragihandina vê forma rêveberiyê û avakirina YPG dikarîbûn heremên xwe li Sûriyeye biparêzin û bi pêdeviyên welatiyên li van hereman dijîn, rabin. Ji vê yekê zêdetir jî, Kurdan bi hezaran welatiyên Sûriyeye yên ku ji ber şerê navxweyî derbider bûne, hembêz kirin û nanê xwe bi wan ve parve kirin. Li heremên Rojava niha YPG her kesî diparêze. Her welatiyê Sûriyeye, ji çi netewê an mezhebê an baweriya siyasî dibe bila bibe, parastin û cih dibîne. Lê divê li vir em rastiyekê ji bîr nekin, ew jî ew e ku hikûmeta Şamê heta niha maaşên mamûrên dewletê dide. Li Hesekê, Reqa û Idlibê rewş weha ye. Dezgehên dewletê hîna kar dikin û alîkariya madî ji Şamê tê. 

Tiştê bala min li heremên Rojava kişand ew e ku her kes li himberî qanûnê wekhev e. Hemû kes bi hev re dijîn û tu cûdahî û ferq nîne. Jixwe pirsgirêkên elektrîk û sûtemeniyê jî heta radeyekê hatine çareserkirin. Ewlekariya li Rojava û jiyana normal ya ku her welatî dijî, cihê rêz û pesindayinê ye. Ev yek bi saya fedekariya YPG derketî ye holê. Ez bi xwe yek ji qurbaniyên siyaseta derbiderkirina li ser bingehek mezhebî bûm. Ez ji ber nasnameya xwe ya mezhebî ji cih û warê xwe hatim qewirandin. Di destpêkê de ji aliyê " Artêşa azad" pişt re ji aliyê "Cebha El -Nûsra" û "Ehrar El-şam" û dawî "DAIŞ" hatim qewirandin. Ez yek ji dehhezar kes bûm, ku ji ber zulma van koman neçarî revê û sirgûnê bûn. 

Li vir dikarim bi rihetî bêjim ku hemû komên çekdar li Sûriyeye kuştin, derbiderkirin û dizî kirine. Li dijî pêkhatiyên welat yên biçûk, gelek karên qirêj kirine. Bi baweriya min tenê li Sûriyeye 2 hêz hene tevahiya miletê vî welatî diparêzin, bê ku tu ferq û cûdahiyê bikin, ew jî YPG û artêşa welat e!. Lê mixabin YPG niha rastî êrîşên gelekî mezin û xedar tê. Ew ketiye hin heremên ku derdor bi wê re ne rast û semîmî ne. Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe hewl dide YPG qels bike. Têk bibe. Dewleta Tirk eşkere destekê dide DAIŞ da ku YPG bê bandor bike. Ew komkujiya dawî li Kobanê karê dewleta Tirk bû. Tirkiyê bi hezaran terorîst derbasî Sûriyeye kirine da ku şerê YPG bikin. 

Divê were gotin ku hin hêz li hundir û derveyî Sûriyeye hene li dijî tecrubeya Xweseriya Demokratîk in. Ew naxwazin ku ev tecrube bi pêş bikeve û geş bibe. Ew her weha şerê YPG dikin. Hin Kurd jî hene şerê vê Xweseriyê dikin. Ew li dijî YPG jî derdikevin. Ez dibêjim qey rêjeya wan 10% heye. Ev kes bûne lîstoka hêzên navnetewî û xizmetkariya neyarên gelê xwe dikin. 

Divê hemû welatiyên Sûriyeye bi hev re li dijî terorê li Rojava û beşên din ên Sûriyeye derkevin. Divê em ji derdorên ku alîkariyê bi terorê re dikin, an jî xwe sipartine vê terorê, re bêjin, hûn şaştiyek mezin dikin. Dev ji vî karî berdin û li xwe û welatê xwe vegerin. Divê em bi hev re pêşrojek demokrat, layik û azad ava bikin. 

*Nivîskar/ Lazkiye