Li Wanê 2’emîn Mîhrîcana Fîlman a Axtamarê bi tevlîbûna hezaran fîlmhezan û bi nîşandana belgefîlma Nûjîn dest pê kir.  2’yêmîn Mîhrîcana Fîlman a Axtamarayê ku di pêşenga Navenda Çand û Hunerê ya Nûda ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn (OSAD), bi tevlîbûna hezeran fîlmhezan hat destpêkirin. Mihrîcana ku bi dîrûşmeya “Em ji bo hezar rengan hene” hat lidarxistin, wê heta 15’ê Mijdarê berdewam bike. Mihrîcanê li salona Navenda Çand û Hunerê ya Nûda dest pê kir. Parlamenterê HDP’ê ya Wanê Lezgîn Botan, Hevşaredara Bajarê Mezîn a Wanê Hatîce Çoban, nûner û rêveberên rêxistinên HDP, BDP’ê, Malbata Şervanê YPG’ê Serdar Topçû ku di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ‘ê de jiyana xwe ji dest da û gelek fîlmhez tevlî vekirina mihrîcanê bûn.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban di axivî û diyar kir ku êş û xema civaka Kurd bi salan e bi hunerê hatiyê heya îro û dê berdxwedana Kobanê û rêveberiya xweser jî bi xebatên hûnerê bigihin nîfşên nû. Çoban anî ziman ku ji ber vê yekê çand û huner ji bo gelê Kurd di asta herî bilind de ye û ji bo projeyên nû serkeftinê ji hunermendan re xwest.


‘Armanc gihandina ciwanan e’

Pîştî axaftina Çoban rêvebera mîhrîcanê Rêzan Baytar derbarê xebata mîhrîcanê de axîvî û destnîşan kir ku huner ji aliyê hişmendiya desthilatdaran ve tê astengkirin û destûr nayê dayin ku hunermend hunera xwe bigînin gel. Baytar got ku armanca mîhrîcanê ew e ku çand û hunera civaka Kurd bigihînin gel. Baytar anî ziman ku ev 2 sal in li hemû heremên Kurdistanê bernameyên wiha li dar dixin û xwe digihînin civakan.

Piştî axatina Rêzan belgefîlma Nûjîn a ku mijara berxwedana Kobanê dihundirîne, hat pêşandan û fîlm ji aliyê temaşevanan ve eleqeyek mezin dît. Kesên ku tevlî mîhrîcanê bûn di dawiya fîlmê de bi deqeyan li ser piyan li çêpikan dan.


‘Em bi berxwedana kurê xwe serfîraz in’

Malbata Şervanê YPG’ê Serkan Topçû derketin ser dikê û beşdervanan silav kirin. Dayika Serdar hêstên xwe anî ziman û got u ew bi berxwedan û mirina kurê xwe serfîraz in. Derhenerê fîlma Nûjîn Veysî Altay jî derheqê fîlmê de ev tişt got: “Care yekem e ku min belgefîlmek wiha bi kelecan û hestiyar çêkir. Di her deqeyên wê de bi hest û aramîbûn ji ber vê yekê ev fîlm ji bo min gelek giring e.”

Mihrîcan bi qokteyl û konsera Koma Quartet a Anadoliyê berdewam kir. Beşdarên konserê bi konserê pir kêfxweş bûn. 


 DÎHA/WAN