Çalakiyên Mihrîcana ji bo Azadiya Ocalan pêr û doh li navenda Çand û Hûner li asta bajarê Helebê bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan hat lidarxistin. Gelek kes beşdarî mihrîcanê bûn.

Endama  koma stranan a girêdayî navenda Çand û Huner, Fatma Ebdo têkildarî mihrîcanê got, “Em îro weke endamên navenda Çand û Hûner me ev mihrîcan ji bo azadiya Rêber Apo li dar xistiye. Di heman demê de me xwest ku em rastiya çanda xwe derxin û çandê ji bo azadiya Rêbertiyê bixebitînin.”

Mamosteyê Muzîkê Fewzî Osman jî têkildarî mijarê got, “Mihrîcan yekem car bi vî rengî li Şêxmeqsûd tê lidarxisitn. Ev mihrîcan ji bo azadiya Rêber Apo hatiye lidarxistin. Em ê bi hemû rêbazan tecrîdê şermezar bikin û ji bo azadiya Rêbertiyê têbikoşin.”

Jina ku bi amûrên kevneşopî beşdarî mihrîcanê bûye, Fatma jî got, taxa Şêxmeqsûd di nava 6 salan de gelek bûyer li pey xwe hiştine, lê tevî wê jî pêkhateyên wê xwedî li çanda xwe derdikevin û çanda xwe parastin. Fatma bang li hemû jinên Kurd kir û got, pêwîst e hemû jinên Kurd xwedî li çanda xwe derkevin ji ber ku çand rastiya gel e. 


ANHA / HELEB