FÎDAN ABDULLAH / JINNEWS/ŞEHBA

Mihrîcana Mîtan a Şanoyê a 4ʼan pêr bi xelatdayînê bi dawî bû. Endamên Komîteya Amadekirina Mihrîcana Mîtan, derbarê amadekariyên mihrîcanê yên di pişt perdeyê de got, “Erka me ye ku em hunerekî xweş û bi wate ji civaka xwe re derxînin pêş, wisa keda me manedar dibe.”

Tevgera Çand û Huner û Kevana Zêrîn a Efrînê beriya 2 mehan amadekariyên miîhrîcana Mîtan dikin da ku Kurdî pêşkêş bikin.

Endama Komîna Sînameya Tevgera Çand û Huner a Efrînê, Zîlan Silêman li ser kar û xebata mihrîcanê got, “Dema biryara lidarxistina Mîhrîcana Mîtan hat dayîn, wek kamerevan me kêlî bi kêlî ji bo belgekirina mihrîcanê xwe amade kir. Ji perwerdekirinê heta bi pêşkêşkirinê, me cihê xwe wek kamerevan, di nav de  girt. Me bi dîmenên xwe sînevizyonek di Mihrîcana Mîtanê de, pêşkêş kir. Li ser şanogehê û pişt perdeyê kedek mezin tê dayîn, em jî vê kedê derdixin pêş.”

Filmek li ser mihrîcanê

Kameravana Tevgera Çand û Huner a Efrînê, Yere Hesen jî got, “Ez wek kamerevan cara yekem tevlî mihrîcanê dibim. Di rewşa heyî de lidarxistina Mihrîcana Mîtan çandeke gelek pîroz e. Di demên pêş de dibe ku amadekariya filmekî li ser Mihrîcana Mîtan a 4ʼan bê çêkirin.”

Endama Komîteya Amadekariya Mihrîcana Mîtan, Sebah Elî qala amûran dike û dibêje, “Em wek mamosteyên çêkirina wêneyan li pişt perdeya şanogehê, rûyên lîstikvanan rengo rengo dikin û kesayetên cuda li gorî rolên wan di şanoyan de dixemilînin. Li gorî derfet û amûrên kêm, em hewil didin hunerekî xweş û baş derxînin pêş.”

Axir her kesê di mihrîcanê de cihê xwe girtî hêviyeke hevpar jî îfade dike; ew jî lidarxistina mihrîcana 5ʼan li Efrînê ye.