
Ev demeke dirêj bû ku li bajarê Celle yê Elmanyayê amedekariya 1’emîn Mîhrîcana Çandê ya Êzidiyan dihat kirin, lê di kêliya dawîn de bi biryara şaredariyê mîhrîcan hate betalkirin. Şaredariyê hinceta betalkirina mîhrîcanê jî wek têrênekirina parkê û fikara ewlehiyê nîşan da. Lê hevserokê Mala Êzîdiyan ê Celleyê Derwêş Duran got ku ev biryareke siyasî ye û ji hêla rêveberiya eyaletê ve hatiye dayîn. Mîhrîcana ku bi pêşengiya Navenda Yekitiya Komeleyên Êzîdî (NAV-YEK), Meclisên Jinên Êzîdî, Hevgirtina Ciwanên Êzîdî (HCÊ), Platforma Hunermendên Kurd ên Êzîdî (PHKÊ) û Meclisa Dîasporayê ya Şengalê ve hatibû organîzekirin, armanc dikir ku bawerî û çanda civaka Êzîdî bigihînin gelên din.
Hincetên kelevajî ne
Ji bo mîhrîcanê gelek hunermendên Kurd hatibûn vexwendin. Mîhrîcan di kêliya dawîn de ji hêla Şaredariya Celleyê ve hat betalkirin. Şaredariya Celleyê ku yekîneyên wan berê destûr dabû, diyar kir ku ji derveyî bajêr dê gelek kes werin, dê pirskgirêka parkê û ewlehiyê bi xwe re bîne û îdia kir ku wan ji bo vê haziriyên baş nekirine. Endamê Komîteya Amedakar û hevserokê Mala Êzîdiyan ê Celleyê Derwêş Duran nerazîbûn nîşanî biryarê da û aşkera kir ku hinceta şaredariyê ne rast e û got ku di 10 û 20’ê nîsanê de ew du caran bi rayedarên şaredariyê re rûniştine û got: “Her du caran jî rayedaran li serlêdana me nihêrî û destûr da. Wê demê tevdîrên me yên ji bo ewlehiyê û parkê qebûl kirin. Lê niha biryara xwe guhertine.”
Duran hevdîtina bi Şaredarê Celleyê Dr. Jorg Nigge re jî vegot û wiha pê de çû: “Birêz Nigge diyar kir ku tiştekî ku were kirin nîne, biryar ji hêla yekîneyên din ve hatiye dayîn û bi temamî siyasî ye.”
ANF/CELLE