Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Mihrîcana Çand û Sporê ya futbolê a 4’ê Nîsanê ku di 25’ê Sibata 2019’an hatibû destpêkirin, bi dawî bû.

Doh di roja dawî de tîmên dawî yên fînalê yên keç û xortên dibistanên seretayî maçên xwe lîstin.

Di tûra dawî ya fînalê de dibistana seretayî ya Şehîd Mehmet Kurt û dibistana seretayî a Şehîd Salih Kendal bi dû tîmên keçan lîstin. Di encamê de dibistana Şehîd Salih Kendal bi ser ket.

Di heman demê de lîstikvanên xort yên dibistana seretayî ya Şehîd Salih Kendal û dibistana Şehîd Mehmet Kurt hatin beramberî hev. Di encamê de dibistana şehîd Mehmet Kurt bi 3 golan bi ser ket.

 

ROJNEWS / MEXMÛR