Duyemîn Mihrîcana Çîroka Kurdî ya Fûad Temo li Kantona Cizîrê bi tevlîbûna 34 çîrokên Kurdî li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo dest pê kir. Mihrîcan dê bi beşdarbûna çîrokên ji Başûr, Bakur û Rojava 7 rojan dom bike. Şîara Mihrîcanê „Çîrok Neynika Civakê ye“ û Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê piştgiriya wê dike. 

Di vekirina mihrîcanê de Seroka Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Xalid, Serokê Desteya Karê Derve Ebdulkerîm Umer, Seroka Desteya Darayî Remziya Miheme, Serokê Yekîtiya Nivîskar Telal Husên, Cîgira Seroka Desteya Jinan Hêva Erebo, Nûnerên Yekîtiya Rewşenbîrên Kurd û bi dehan rewşenbîrên ji Bakur, Başûr û Rojava beşdar bûn. 

Di destpêka Mihrîcanê de Serokê Desteya Karê Derve Ebdulkerîm Umer li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk axivî û xebatên komîteya Amadekar pîroz kir. Umer, bal kişand ser destkeftiyên çandî yên di pêngava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û got hemû destkeftiyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi saya ked û berxwedana cangoriyan pêk hatiye.

Di berdewama mihrîcanê de Seroka Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Xalid axivî û got, armanc ji nivîsa çîrokan danasîna dîrok, pêşeroj û jiyana niha ya gelê kurd e û wiha dom kir: ˮArmanca me ji vê mihrîcanê vejandina çanda kurdî ye.ˮ Di dawiya axaftina xwe de Xalid spasiya hemû çîroknivîsên beşdarbûyî û mêvanan kir.

Li ser navê Yekîtiya Nivîskarên kurd a Sûriyê Dîlawerê Zengî, li ser navê Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Telal Husên û li ser navê TEV-ÇAND’ê ya Kantona Cizîrê Ruha Husên axivîn. Axaftvanan bal kişand ser destkeftiyên pêngava şoreşa Roajva û gotin di warê çandî de jî gelek destekftî hatine bidestxistin.

Di roja yekem a mîhrecanê de her wiha Koma Bale ya mûzîkê ya girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo stran û koma govendê jî hin govend pêşkêş kirin. Piştî govend û stranan pêşangeha şêwekarî bi beşdarbûna 146 tabloyên rewşa Rojava û tevayiya Kurdistanê diyar dike, hate vekirin. Her wiha Seroka Desteya Çandê Bêrîvan Xalid pirtûka bi navê ˮ60 Awazˮ ya Mihemed Elî Şakir, wekî diyarî pêşkeşî beşdaran kir.

Mihrîcan di roja xwe ya duyemîn de dê bi xwendina 8 çîrokan dom bike. Nivîskar dê çîroka xwe li ber Komîteya Amedekar û mêvanan bixwîne. Mihrîcan dê bi vî rengî 7 rojan dom bike.


 ANHA/QAMIŞLO