Parlementerên BDP'ê Adîl Kurt, Ozdal Uçer û Nazmî Gur, Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, rêveberên BDP'ê û bi sedan welatî tevlî mîhrîcanê bûn. Axaftina vekirinê ya mîhrîcanê Parlementerê BDP'ê yê Wanê Ozdal Ûçer kir. Ûçer, diyar kir ku herêma Miksê xwedî girîngiyeke gelek mezin e û Feqiyê Teyran ji bo kurdan kesayeketek gelek girîng e.  Ûçer axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ev mîhrîcan ji bo gelê Wan û Miksê pîroz e. Herêma Miksê di dîrokê de gelek kesên alîm û şagirtên girîng perwerde kirin. Ev kevneşopî çima heta duh berdewam nekir. Ji ber ku kesên desthilatdar li Miksê bi cîh bûn û pergala xwe ya qirêj avakirin ji ber vê yekê ew dîrok winda bû. Li şûna wê pergala feodalîzmê avakirin. Li Miksê azadî û zanistî rakirin." Ûçer, bal kişand ser operasyonên siyasî û leşkerî û anî ziman ku fermana komkujî û girtinan hikûmeta AKP, Serokwezîr Erdogan û wekîlên kurd ên AKP'ê dan û axivî: "Ji xwe re pergaleke nîjadperest avakirin. Nêzî salekeye li ser Rêberê Gelê Kurd tecrîd berdewam dike. Fermana Roboskî û zarokên kurd kî dide Gulen Orhan û Erdogan dike."
Piştî axaftinê hunermend Şerwan derket ser dikê. Mîhrîcan berdewam dike.

DÎHA/WAN