SADIYE ESER / MA / STENBOL
Mihrîcana Filmên Kurdî ya Stenbolê wê di 6-10’ê Adarê de bê lidarxistin. Wê di mihrîcanê de 33 film û belgefilm wê bên nîşandan. Mezopotamya Sînemayê mihrîcanê li dar dixe, de 33 film û belgefilm bên nîşandan. Di nav van film û belgefilman de filma “Çîrkîn Kral Efsanesî” ya Huseyîn Tabak, filma “Zagros” a Sehîm Omer Xelîfa, filma “Reşeba” ya Huseyîn Hasan, filma “Zor Bîr Karar” a Ender Ozkahraman, belgefilma “Bîr” a Veysî Altay û film û belgefilmên Komuna Filman a Rojava wê hebin.
Film wê li eywana Mezopotamya Sînema ya li Beyoglûyê bên nîşandan. Koorîdînatorên mihrîcanê Hebûn Polat û Adar Taş der barê mihrîcanê de agahî parve kirin. Polat, bi bîr xist ku Mezopotamya Sînema beriya bi 2 salan jî heman xebat kiriye: “Par ji ber rewşa siyasî me li dar nexist. Îsal em çûn Dihok, Berlîn, Hambûrg û Amedê. Me nîqaş kirin û biryar da ku em mihrîcanekê li dar bixin.”
Polat, diyar kir ku li Stenbolê filmên Kurdî nayên nîşandan û ew ê bi vê mihrîcanê hewl bidin ku filman li Stenbolê bêhtir derxin pêş. Polat, da zanîn ku gelek derhêner wê tev li mihrîcanê bibin: “Ji çar perçeyên Kurdistanê fîlm hene. Me ji Ewrûpayê me filmek hilbijart. Wê ji her çar perçeyên Kurdistanê derhêner bên. Her wiha wê 15-20 derhênerên ji bakur jî bên. Derhêner wê bi filmên xwe tev li mihrîcanê bibin.”
Polat, bang li hemû sînemahezan kir da ku ji filmên festîvalê nemînin.
8´ê Adarê ji derhînerên jin re
Kordînatora mihrîcanê Adar Taş jî, diyar kir ku di 8’ê Adarê de filmên jinan jî bên nîşandan. Taş, diyar kir ku jin di meydana sînemayê de jî tên binpêkirin û got, “Keda jinan, keda derhênerên jin nayê dîtin. Sedema vê jî feraseta zilam e. Lewma me bi taybetî 8’ê Adarê hilbijart. Di 8’ê Adarê de filmên jinan wê bên nîşandan. Me xwest em bala civakê bikişînin ser derhênerên jin û xebatên wan ên di warê sînemayê de.” Taş, ji bo beşdarbûnê bang li hemû sînemahezan kir.