Di konsera fînalê de hunermend Serhado, Rojbîn û Firat Guneş derketin ser dikê û stranên xwe ji hezaran kesan re gotin. Şev piştî ku mêvan cihê xwe di qadê de girtin ji bo hemû şehîşsên azadiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk axaftina dawî ya mîhrîcanê kir. Çelîk di destpêka axaftina xwe de spasiyên xwe di serdî de ji Şaredariya Gimgimê û hemû kesên ku ked dane mîhrîcanê, pêşkêş kir. Piştî axaftina parlamenter Çelîk hunermend yek bi yek derketin ser dikê û bi stranên xw eve ge coşandin. Bi hezaran kesên ku tevli konserê bûn bê navber dirûşmên wekî "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" qêriyan. KOnsera ku heta dernegiya şevê berdewam kir bi govend û stranan bidawî bû.  

MÛŞ