Mihrîcana Stranan a Rojava ya Hawar ku ji 18‘ê Tebaxê ve li Kantona Efrînê bi beşdariya 24 kesan destpê kiri, bi dawî bû. Mîhrîcan li ser du qonaxan hatibû dabeşkirin. Di  qonaxa duyemîn de 5 kesên ku bi ser ketine ji aliyê komîteya çavdêriyê ve hatin xelatkirin.


5 kes bi ser ketin

Di roja dawî ya Mîhrcanê de Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Kantona Efrînê Hêvî Reşîd, Hevserokê Tevgera Çand û Huner Mistefa Hesen û bi sedan welatî amade bûn. Di destpêkê de, Koma Engîzek Agirî stranên gelerî gotin.

Endamê Komîteya çavdêriyê Ednan Rifet jî hin stranên Erebî pêşkêş kirin. Paşê Serokê Desteya Çandê ya Efrînê Delîl Mîrsaz straneke bi zimanê Soranî xwed.

Piştre 8 kesên ku gihiştibûn asta dawî ya mihrîcanê stranên xwe gotin. Komîteya çavdêriyê jî deng û stranên wan nirxandin. Di dawiyê de 5 kes bi ser ketin. Kesên bi ser ketin ev in: “Tolîn Mihemed, Buhar Osman, Ehmed Henan, Denîz Ibrahîm û Evîn Hesen” Piştî xelatkirinê Mîhrîcan bi gerandina govendê bi dawî bû. 


 ANHA/EFRÎN