
Duyemîn Mîhrîacana Çand û Hunera Kurdî bi pêşengiya Navenda Çand û Hunerê ya Stenbolê tê lidarxistin; ji Xorasanê heta Îsraîlê ji Şengalê heya Amedê her rengê hunera Kurdî wê cihê xwe tê de bigire û wê di navbera 7 û 15'ê Gulanê de dilê Kurdên li Stenbolê xweş bike.
Navenda Çand û Hunerê ya NÇM'ê ya Stenbole îsal 2. Mihrîcana Çand û Hunera Kurdî dê di navbera 7-15'ê Gulanê de li salonên çandê yên Stenbolê pêk bîne. Komîteya mihrîcanê mûzîkjen Nurcan Degirmencî mijar nirxand.
Rêwitiya 25 salan
Degirmencî got, NÇM ev 25 sal in ku rêwîtiya xwe ya çandê didomîne û wiha peyivî: "NÇM'ê yekemîn rêxistinbûna di warê çanda Kurdbûnê de ye. Li hember polîtîkayê bişaftinê NÇM dikeve dewrê. Bêyî ku cewhera çanda Kurdbûnê dejenere bike, li hember êrîşên li dijî çandê têdikoşe. Mûzîkê bi aweyekî rêxistinî radigihîne gel. Armanca me ya duyem jî ew ku em çanda xwe bi gel û netewên din bidin nasîn." Nurcan destnîşan kir ku pêkanîna mîhrîcana îsal her çiqas gumanê çêke jî, got, ew li gorî motîvasyona par wê mihrîcana xwe li dar bixin.
Degirmencî bal kişand ser wê yekê ku wan ji mîhrîcana par tecrûbe girtine û anî ziman ku wan salon û saetên pêşandanê li gorî mercên Stenbolê bi rêk û pêk kirine. Nurcan diyar kir ku ligel ku belgefilma Sakîne Cansiz hatiye qedexe kirin jî ew ê di mihrîcanê de bê pêşandan û wiha pê de çû: "Pêşendanên ku di 11'ê Gulanê de li Navenda Çandê a Bajarê Şîşlî bê nîşandan me wek roja jinan diyar kir. Wê hunermenda Kurd Mizgîn bê bibîranîn. Di şexsê Mizgîn de em ê wê şevê diyarî tevahiya şehîdên çandê bikin. Di wê rojê de belgefilma 'Dûre' a ku ji aliyê xebatkara NÇM'ê Leyla Toprak ve hatî amedekirin, dê were nîşandan. Helbesta Jana Seyda yê Rojavayî wê bê guhdarîkirin. Her wiha koma Govendê wê ji Amedê bê û 6 mûzîkjenên NÇM'ê dê bên ba hev û hunera xwe pêşan bidin. Di heman demê de bernameyê dengbêjiyê tevî projeyê Newaya Jinan me amede kiriye."
Bernameyeke zengîn û kurdewar
Degirmencî da zanîn ku wê yekemîn car hunermanda Kurd a Îsraîlî Îlana Eliya bê Tirkiyê û derkeve pêşberî muzikhezên Kurd û Tirk. Her wiha hunermanda Kurd a Xorasanî Yelda Abbbasî û hunermendê Kurd ê Êzîdî Tehsîn Xidir jî wê tevlî mîhrîcanê bibin.
Her wiha Ahmet Aslan, Lawje û koma Bajar jî di nav de 7 performansên mûzîkê, 4 pêşandanên şano, 2 lîstikê zarokan, panel û semîner, pêşandana fîlman, govendên gelêrî, dengbêjî û belgefilm dê werin pêşandan û pêşkêşkirin.
CEYLAN ERASLAN/JINHA/STENBOL