8’mîn Mihrîcana Hewlêrê ya ya Azadî û Newrozê ku bi boneya azadkirina bajarê Hewlêrê salane tê lidarxistin, dest pê kir. Mihrîcan dê 10 rojan bidome.  Di mîhrîcanê de gelek hunermendên kurd û biyanî jî beşdar dibin. Gelek komên govendê ji welatên biyanî jî beşdar dibin. Festîfal bi xwendina sîrûda Ey Reqîp dest pê kir. Di roja yekemîn a Festîfala Hewlêrê de, komên govendê yên Hewlêr, Silêmanî, Dihok, Iraq û Gurcîstanê hunera xwe pêşkêş kirin. Herwiha du firokeyan jî li ser qada mihrîcanê hunera xwe pêşkêş kirin. Axaftina vekirinê ji aliyê waliyê Hewlêrê Newzad Hadî ve hat kirin.


Kurd serî rakirin

Welatiyên Hewlêrê bi boneya 23’mîn salvegera raperîna bajarê Hewlêrê hestên xwe bi DÎHA’yê re parve kirin. Ebdulselam Ebdullah Sincawî derbarê raperîna Hewlêrê de wiha got: “Bi boneya daxuyaniya 11’ê Adarê, pîrozbahiyê li her çar parçeyên Kurdistanê dikim. Li her cihekê kevneperestên tirk, ereb û faris gelê kurd çewisandin. Gelê kurd li başûrê Kurdistanê di encama zilm û zordariya rejîma Baasê de, gelê kurd serî hilda. Kurdan karîn di vê rojê de Hewlêr rizgar bikin û dawî li zilma Baasê bênin. Paqijkirina bajarên Kurdistanê ya ji bin destê rejîma Baasê bû sedem ku deshilata hikûmeta Baasê nemîne û hikûmetekî demkî bi serpereştiya Eniya Kurdistanî were avakirin. 


Hêzên rejimê hatin derxistin
Derbarê bîranîna xwe ya roja raperînê de jî Ciwan Ebdurehman wiha got: “Wê rojê tê bîra min, ez bi cilên kurdî ve mil bi mil ligel bav û mamên xwe bûm. Em çûn gel dezgehên Baasê, bi rastî rojekî xweş bû û nayê ji bîr kirin.
Hêvîdarim ku ev roj li parçeyên din ên Kurdistanê dûbare bibe.” Ciwanê bi navê Hawkar jî diyar kir ku ji bo 11’ê Adarê ji bo wan xwediyê du giringiyan e û wiha got: “Îro ji bo me du salvegerên giring in. Ya yekemîn daxuyaniya 11’ê Adara 1970’an û ya duyemîn jî raperîn û azadkirina Hewlêrê ye.
Welatiyên Hewlêrê ligel hemû pêkhate û serokatiya Eniya Kurdistanî, karîn sazî û dezgehên rejîma Baasê li Hewlêrê paqij bikin û azadiyê ji gelê kurd re bênin.”

Heta 20´ê Adarê didome

Hawkar diyar kir kurdan wê rojê serkeftinekî mezin bidestxistin û wiha got: “Ji ber ku temenê me biçûk bû, wê demê em beşdarî raperînê nebûn. Lê wekî bav û bapîrên me ji me re vegotine, kurdan wê rojê serkeftinekî mezin bidestxistin. Ji ber wê demê xelk dihatin çewisandin. Ji ber wê yekê îro em pir keyfxweş in ji ber Kurdistan, parlamento û hikûmeteke me heye.” 8’mîn Mihrîcana Hewlêrê ya Azadî û Newrozê wê heta 20’ê Adarê bi çalakiyên cûr be cûr bidome.

DÎHA/HEWLÊR