Desteya Çand û Huner a Kantona Cizîrê Mihrîcana Jin a Huner û Wêje ya yekemîn bi dirûşmeya `Bi hunerê jin em ê jiyanê ji nûve bixemlînin`di 2`yê Adarê 2016`an de hat organîzekirin û 1`ê Adara îsal (îro) mihrîcana xwe ya duyemîn bi dirûşmeya `Çand û hunerê jinê misogeriya neteweya demokratîk e` dest pê dike.
Mihrîcana wê jinên Suryan, Ereb û Kurd ên Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi helbest, çîrokên wêjeyî, cil û bergên xwe yên folklorî, hunerên dest û pêşengeha wêneyan tevlî bibin. Mihrîcan wê li salona Mihemed Şêxo ya Çand û Huner a bajarê Qamişlo îro dest pê bike û heta roja 3`yê Adarê dewam bike. Hevseroka Desteya Çand û Huner Bêrîvan Xalid dibêje, di destpêka meha sibatê de wan dest bi amadekariyan kiriye û ew bi jinên dewletên Ewrûpa, jinên Ereb, jinên Rojava û Bakurê Sûriyê re ketine nava têkiliyê û jin wê ji Lubnanê, Lîbya (Amazigh), Misir û dewletên Ewrûpayê bi helbest û nivîsên xwe yên wêjeyî tevlî mihrîcanê bibin.
ŞÎNDA EKREM / ANHA / QAMIŞLO