Mihricanê serê sibê dest dest pê kir. Welatiyan bi kincên xwe yên gelerî tevli mihrîcanê bûn. Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, Endamê Meclîsa BDP'ê Ramazan Yildiz, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Wanê Musa Îtah, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Bekîr Kaya û Hatice Çoban jî di nav de gelek kes tevli mihrîcanê bûn. Li mihrîcanê ku li ber qaniya ku tenê mehên gulan û hezîranê av heye, alên PKK û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û endamên PKK'ê yên jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin. Jinan jî li qada mihrîcanê xwarinên li malê amade kirine firotin.
WAN