Mîhrîcana ku bi hevkariya Şaredariya Êlihê û Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn re tê lidarxistin, li taxên bajar jî fîlmên li ser berxwedana Kurdan digihijîne gel. 

Mîhrîcan bi nîşandana fîlmên pêşbirkê yên Azad ku Yakup Tekîntangaç derhêneriya wê kiriye, Mast ku Tahsîn Ozmen derhêneriya wê kiriye, Mîtomanî ku Mahmut Atil û Bulut Gumuşboga derhêneriya wê kiriye, P. E. Class ê derhênerê wî Jabbar Salehi, Poke ku Farûq Samanî derhêneriya wê kiriye, dewam kir. 

Piştî fîlmên pêşbirkê belgefîlma #73 ya derhênerê wê Rekesh Shabaz û nîşandana taybet a fîlma Wêne ya derhêneriya wê Ozlem Ar, Zeba, Jînda, Asmen û Bîryar Erîn kirî, hat nîşandan. Belgefîlma Rêça Perperîkê bi derhêneriya Amal Ramsîs jî hat nîşandan. 


‘Bîranînên li ser kevir’ elaqeyeke mezin dît

Fîlma “Bîranînên li ser kevir” bi derhêneriya Shawkat Amîn Korkî jî hat nîşandan û vê filmê elaqeke mezin dît. Di vê filmê de hola Sînemaya Yilmaz Guney tijî bû û bi çepikan li filmê hat temaşekirin. Mijara filma “Bîranînên li ser kevir”, du zarokên bi navê Hûseyîn û Alan in. Herdu heval sala 1988’an dixwazin komkujiya li dijî Kurdan a di dema Operasyona Enfalê de li Iraqê pêk hatî, filmekê çêkin. Pêvajoya çêkirina vê filmê tiştên nû hînê wan dike. Ji bo ew bi saya sînemaya bigihîjîn rastiyê û bi nasnameya xwe re rû bi rû bimînin divê netirsin û bikevin nav xeterên mezin. 

Shawkat Amîn Korkî yê ku di sala 2009’an de bi fîlmê xwe yê bi navê “Kîck Off” hatibû naskirin, vê carê bi fîlma xwe ya bi navê “Bîranînên li ser kevir” zor û zehmetiya kişandina sînemaya rastiyê vedibêje. 


 ÊLIH