Bi rasthatina rojbûna Ocalan, her sal li Wargeha Mexmûrê ya penaberan, Saziya Hînkarî û Perwerdeyê Mihrîcana 4´ê Nîsanê organîze dike. Pêşangeha wêneyan, xêzkirina şêwekarên ciwan û pêşbirkên sporê doh û îro wargeh seranser veguherandin meydana Mihrîcanê.
Mîhrîcana 4’ê Nîsanê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku her sal tê lidarxistin, bi coşeke mezin doh dest pê kir.
12’emîn Mîhrîcana Çand û Wêje ya 4’ê Nîsanê, roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku her sal li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî tê lidarxistin doh dest pê kir. Saziya Hînkarî û Perwerdeyê ya Wargeha Mexmûrê mihrîcananê organîze dike. Mihrîcan wê 2 rojan dewam bike, yanî çalakiyên di dema mihrîcanê de wê îro jî dewam bikin. Bernameya mihrîcanê bi beşdarbûna hemû xwendekarên dibistanên seretayî, navîn û amadeyî, li meydana futbolê ji bo hemû têkoşerên Kurdistanê bi bî rêzgirtinê dest pê kir.
Pêşangeha li Eywana Konferansê
Di çarçoveya Mihrîcanê 4´ê Nîsanê de li Eywana Konferansê ya Wargeha Mexmûrê, pêşangeha wêneyan hat vekirin. Pêşangeh ji aliyê xwendevana dibistana Amadeyî Ozlem Bîlen ve hat vekirin. Ozlem Bîlen bi boneya vekirina pêşangehê, bixêrhatina hemû gel û xwendevanan kir û ev pêşangeh diyarî Leyla Guven, Nasir Yagiz û hemû berxwedêên grevên birçîbûnê kir.
Wêneyên koçberiyê
Piştî vekirina pêşangehê gel û xwendekar li pêşangehê geriya. Pêşangeha hanê, ji 3 beşan pêk tê. Di pêşangehê de beşeke taybet ji bo wêneyên Abdullah Ocalan û şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê, hatiye veqetandin. Beşeke pêşangehê, ji bo xwendevanên dibistana Navenda Hêvî hat veqetandin. Her wiha di vê beşê de wêneyê Abdullah Ocalan ê ji keviran dihat çêkirin jî hebû. Xelkê wargehê û nexasim xwendekaran elaqeyeke mezin nîşanî vî wêneyî da. Beşeke pêşangehê jî ji bo wêneyên koçberiya Wargeha Mexmûrê û beşek jî ji bo helbest û dariştinên xwendekaran hatiye veqetandin.
Pêşbirkên sporê û musabeqe
Di pêşengehê de her wiha xwendekar û wênesazan wêne xêz kirin. Pêşangeh îro jî li xelkê û xwendekaran vekirî be.
Piştî vekirina Pêşangehê li Meydana Fotbolê ya mezin, xwendekarên ku di pêşbirkên sporê de, bi rêzê maratona xwendekarên dibistana seretayî yên keç û xort, maratona xwendekarên dibistana navîn bi navê “Stêrka Ciwan” a keç û xortan pêk hat.
Piştre jî xwendekarên dibistana amadeyî ketin pêşbirka beza dirêj.
Di dewama bernameya mihrîcanê de di navbera xwendekarên dibistana seretayî de meşa 400 metre û 100 metre, her wiha beza alê ya keç û xortan pêk hat.
Mihrîcan îro jî bi musabeqe û pêşbirkên sporê dewam dike.
ROJNEWS / MEXMÛR