Par li kantona Efrînê di 11’ê Mijdara 2014’an de 1. Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê bi şîara ‘Em jiyanê diçînin’, hat lidarxistin. Di dawiya Mîhrîcanê de jî beşdar bi merasîmekê, hatin xelatkirin.
Niha jî li Kantona Efrînê amadekariyên 2. Mîhrîcan Mîtan a Şanoyê tên kirin. Derbarê mîhrîcan û amadekariya wê de endamê komîteya rêveber a mîhrîcanê, Heysem Mustefa axivî.
Serketî wê bên xelatkirin
Mustefa diyar kir ku amadekariyên mîhrîcanê ber bi dawiyê ve diçin û got: “ Beriya mehekê me dest bi amadekariyên mîhrîcanê kir. Me di destpêkê de hemû metnên ku dê beşdarî mîhrîcanê bibin, pêşwazî kirin û komîteyên xebatê ava kirin. 9 komîteyên xebatê hatin avakirin. Piştre jî bi kordîneya navenda çand û hunera demokratîk a kantona Efrînê, me dest bi amadekariyên din kir.”
Mustefa wekî din got, ew dixwazin di mîhrîcanê de pirrengiya wêjeyî esas bigirin û weha peyivî: “Di mîhrîcanê de komîteya çavdêr li hemû şanoyan temaşe dike û di dawiyê de jî li gorî her şanoyê encam tên derxistin û ekîbên şanoyê yên serketî tên xelatkirin.”
Çanda kevnar û rengîn
Mustefa di axaftina xwe de destnîşan kir ku armanca wan ji Mîhrîcana Mîtan ew e ku çanda şanoyê vejînin û wiha pê de çû: “Mîhrîcan armanc dike ku vê ruh bi vê çandê dîsa bîne di nava gel de û wê nû bike. Ev yek jî di Mîhrîcana par de diyar bû. Ji ber ku girseyeke mezin li mîhrîcanê amade bû. Ev jî diyar dike ku gel jî dixwaze li vê çandê vegere.”
Derbarê sedema navlêkirina mîhrîcanê bi navê Mîtan de jî Mustefa got: “Me ev nav ji Şaristaniya Mîtaniyan wergirtiye. Ev şaristanî bi rengîniya xwe dihat naskirin. Împeratoya Mîtaniyan împeratoya herî mezin e ku ne bi hêza xwe ya leşkerî, lê belê bi çanda xwe ya rengîn û zengîn, belav dibe. Ev mîhrîcan jî pirengiya çandî û wêjeyî esas digre, ji ber vê yekê me xwest navê Mîtan, lê bikin.”
TÎRAST CÛDÎ/ANHA/EFRÎN