17'min Mihrîcana Xweza û Çanda Munzirê ku walîtiya dewleta dagirker a Tirk qedexe kiribû, li navendê û navçeyên Dersimê tevî qedexeyan jî hat pîrozkirin. Walitiya dewleta Tirk a li Dersimê, bi hinceta "ewlehiyê" 17'min Mihrîcana Xweza û Çanda Munzirê qedexe kiribû. Li gel vê qedexeyê jî li navendê û navçeyên Dersimê mihrîcan li dar e. Mihrîcan bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Dersimê (DEDEF) li navenda Dersimê û navçeyên Dersimê bi şahiyên muzîk û şano yên li kolanan tê bi rê ve diçe. Li kolanan şahiyên muzîk û şanoyê tên lidarxistin û gel li kolanan kom dibe. Her sal mihrîcan ji aliyê şaredariya Dersime ve dihat amadekirin. Lê piştî Qeyûm tayînî şaredariyê kirin, Gel bi slogana “mihrîcan yên gel in, dê yên gel bin. Ji OHAL û bendavan re na" bi awayekî xweser û serbixwe li navçeyan û navendê li kolanan mihrîcanê piroz dike. Li kampa ku li tenişta çemê Munzirê ya Ovacikê hatiye avakirin, Koma Munzirê stran gotin û li ber muzîka wê govend hat gerandin. Wekîlen HDP'ê jî beşdarî şahiyê bûn. Li Meydana Seyid Riza jî dezgeh hat danîn û li muzîkê hat guhdarîkirin û li şanoyê hat temaşekirin.
DERSIM