Di panela mihrîcanê de Zimanzan Munzur Çem, anî ziman ku pergal ditirse ku gel û civak li hev kom bibe û wiha got: "Li Kurdistana Sûriyê gel bêyî çekan bikar bîne tedbîrên xwe digere. Lê Enqere liser piyan e. Çima ji ber ku mirov ewlehiya xwe diparêzin tu zîwer dibe."
DEDEF û Şaredariya Dêrsimê, bi dirûşmeya "Bila komkujiya Dêrsimê bê qebûlkirin, Bendav 2'emîn komkujiya 38'an e" dest bi 12'emîn Bihrîcana Xweza û Çandê ya Munzûrê kir. Mihrîcanê bi pêşengeha karîtatoran a 'Zindana Amedê û 12'ê Îlonê" û panela "Baweriya Dêrsimê û Malên Cemxaneyê"ê dest pê kir. Girtiyê dema 12'ê Îlonê Zulfukar Tak vekirina pêşengeha "Di serdema 12'ê Îlonê de Zindana Amedê" vekir û pişt re li kolana Hunerê, Parka Seyît Riza û Sûka zikê erdê gelek stand hatin vekirin. Li baxçeyê Pirtûkxaneya Dêrsimê panela bi navê "Baweriya Dêrsimê û Malên Cemxaneyê" pêk hat. Murat Polat pêşkêşiya panelê kir. Di panelê de Alî Mukan, Zeynep Yildirim û Munzur Çem, Serokê Rêxistina BDP'ê Şerafettin Halis, Şaredara Dêrsimê Edibe Şahin û bi dehan kes amade bûn. Rêveberê Komeleya Çanda Dêrsîmê Alî Mukan, anî ziman ku gelê Dêrsimê xwe di çiyayên Mûnzûrê û geliyê Mûnzûrê de parastine û heta îro hatine. Mukan, anî ziman ku bi bendav û HES'an dixwazin hemû xweza û dewlemendiyên çandî û dîrokî di bin avê de bihêlin û tune bikin. Mukan, da zanîn ku ew destûrê nadin vê yekê.
'Dewlet elewiyan perçe dike'
Mukan, da zanin ku Bendava Uzun Çayirê Gola Çeto di bin avê de hişt û çanda gelekî têk bir. Zimanzan Munzur Çem jî anî ziman ku anî ziman ku Kurd bi zimanên cuda diaxivin û xwe bi xwe asîmîle dikin. Çem, xwest gelê Dêrsimê di her qada jiyanê de li çand û zimanê xwe xwedî derkevin û wiha got: "Ziman sînîra damara mirov e û ger ew sînîr bimire, dê damar felç bibe.
Çem, da zanîn ku dewlet elewiyên Kurd ji hev cuda dike û elewiyan wekî ne Kurd nîşan dide. Çem, da zanîn ku dîsa dewlet dixwaze zaza û kurmancan bîne hemberî ev û bêje zaza ne Kurdin. Çem, destnîşan kir ku dewlet Kurdan bi ziman û ol wan ji hev perçe dike û tîne hemberî hev û xwest Kurd neyên vê lîstikê. Çem piştgiriya xweya Kurdên Sûriyê anî ziman û xwest hekû Kurd yekîtiya xwe xurt bikin."
DÎHA/DERSÎM