
Koma Amed a ji Hannoverê bi govenda xwe ya ji herêma Gimgimê, Govenda Rengîn a ji Lohne bi govenda xwe ya ji herêma Wêranşarê, Koma Azadî ya ji Hilderhelmê bi govenda xwe ya ji herêma Amedê, Koma Bêrîtan a ji Parîsê bi govenda xwe ya ji herêma Îdirê, Koma Şiyar a ji Salzgitterê bi govenda xwe ya ji herêma Agirî, Govenda Hevalan a ji Kielê bi govenda xwe ya ji herêma Amedê, Koma Laliş a ji Celle bi govenda xwe ya ji herêma Wêranşarê, Govenda Sîpan a ji Hamburgê bi govenda xwe ya ji herêma Bedlîsê, Koma Nûpel a ji Den Haagê bi govenda xwe ya ji herêma Semsûrê, Koma Rojbîn a ji Parîsê bi govenda xwe ya ji herêma Colemêrgê, Koma Nûdem a ji Kielê bi govenda xwe ya ji herêma Botanê, Koma Ciwanên Rojê ya ji Parîsê bi govenda xwe ya ji herêma Agirî û Koma Evîna Sarya ya ji Duisburgê bi govenda xwe ya ji herêma Gimgimê cihê xwe di mîhrîcanê de girtin.
Her komê hem bi cilûbergên gelêrî yên li xwe kirî hem jî bi govendê performanseke serketî nîşan da. Di nava nîşandana govenda gelêrî de ekîba zarokan a Navenda Civaka Demokratîk li Darncy û dansên gel ên Tamîlê jî hebûn.
Çalakiyê tevahiya rojê dewam kir û saet di 19:00´an de bi dawî bû. Piştre pêşbirka deng dest pê kir. Hunermend û komên govendê yên beşdarbûyî hemûyan sertîfîkaya Mîhrîcanê wergirtin.
Govenda Sîpan Amara bû yekemîn
Di pêşbirka awaz û muzîkê de Erol Ciwan bi dengbêjiya xwe bû yekemîn, Tahir Reşo duyemîn û Mîran Aksû jî bû sêyemîn.
Di beşa govendê de jî Koma Nûpel a ji Hollanda û Govenda Hevalan a ji Kielê hêjayî xelata rûmetê ya jûriyê hatin dîtin. Xelata lêkolîn û berhevkirinê jî bi govendên ji herêma Îdirê bû ya Koma Bêrîtan a ji Parîsê. Di mijara cilûbergan de jî Koma Laleş xelat wergirt. Govenda Sîpan Amara ya ji Elmanyayê xelata yekemîniyê wergirt. Koma Şiyar bû duyemîn, Koma Ciwanên Rojê ya ji Parîsê bû sêyemîn.
Koma Sîpan Amara dema xelata xwe wergirt berdevkê komê Ekrem Demîr axaftineke kurt kir û got, "Sîpan Amara endamekî koma me bû. Ew şehîd bû. Beriya her tiştî em xelatê diyarî wî dikin. Ya duyemîn jî; îro li welatê me şehîd hene. Licê li ber xwe dide. Em vê xelatê diyarî Licê û Şehîdên Licê dikin."
Piştî merasîma xelatdayînê Mîhrîcana du rojan dewam kirî bi dawî bû.
PARÎS