
Çalakiyên Mihrîcana Şehîd Stêrvan di roja duyemîn de doh jî dewam kirin. Mihrîcana Şehîd Stêrvan bi dirûşemaya “Nasnemeya jinên ciwan biparêzin” tê li darxistin.
Di çalakiyên pêr li gundê Heyaka ya girêdayî navçeya Girkê Legê destpê kirî de, 4 komên stranan, komeke govendê, komeke şanoyê tabloyên xwe pêşkêş kirin, her wiha maçeke fotbolê di navbera jinên Efrînê û Cizîrê hate lidarxistin, di dawiyê de tîma jinên Cizîrê bi ser ket.
Di çalakiyên doh de, koma Şehîd Viyan Peymana a Kobanê ya stranên gelêrî stranên xwe pêşkêş kirin. Her wiha koma Desteya Niştimanî ya Erebî bi helbestên xwe beşdar bû.
Koma govendê ya kantona Kobanê beşdar bû û ji bajarê Hesekê jî koma Kevana Zêrîn du şano pêşkêş kirin. Çalakiyên roja duyemîn bi maçeke voleybolê bi dawî bûn.
DÊRIK