Mîhrîcana Rewşenbîrî ya Soran, bi beşdarbûna ji rojnamevan, rewşenbîr, nivîskarên Kurdistan, Ewropa, Federasyona Rûsya yê bi pêşengeha çanda kevnar ya herema Soran bi dawî bû. Di roja dawi ya mîhrîcanê de Felekedîn Kakaî li ser ezmûna nivîsandinê, Dr. Bedirxan Sindî li ser stratejiya rewşenbiriyê, şêrzad Hesen pirtûk û rewşenbiriya giştî, Rêbiwar Sîwelî li ser Kurd û pirtûknasîn û Ezîz Neîmetî li ser civaka bê pirtûk mijarên xwe pêşkeşê beşdarvanan kirin. Mihrîcan bi konsera Behçet Yahya, Delîl Dîlanar, Mahir Koroya paşayê Gewre, peymengeha hunerê bedew a Rewandizê berdewam kir. Hunermendên Kurd yên stranê xwe ji bo beşdarvanan peşkeş kirin di peyama yekîtiyê dan. Mihrîcan bi konserê bi dawî bû.
HEWLÊR