Desteya Jin a Kantona Cizîrê bi alîkariya Desteya Çandê bi dirûşmeya “Bi hunera jinê em ê jiyanê ji nû ve bixemilînin” Yekemîn Mîhrîcana Wêje û Hunerê ya Jina Rojava bi beşdariyeke berfireh li Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo organîze kir. Mîhrîcanê 2’yê Adarê destpê kir û 4 rojan li pey hev dewam kir.

Di roja dawî ya mîhrîcanê de kesên ku bi berhemên xwe beşdar bûne hatin xelatkirin û ji bo hersê kar û berhemên hunerî û wêjeyî yên herî baş diyarî hatin dayîn.


Huner û sê ziman

Seroka Desteya Çandê Bêrîvan Xalid axivî û Roja Jina Kedkar a Cîhanê li tevahiya jinên cîhanê pîroz kir. Piştî axaftina Xalid, Koma Şehîd Sakîne Cansiz a girêdayî Navenda Mihemed Şêxo û Koma Şehîd Berçem a girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Dirbêsiyê çend ji stranên xwe pêşkêş kirin.

Piştî vê yekê peyamên pîrozkirinê ku ji aliyê Desteya Jinê, Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê û Kongreya Star ve hatibûn şandin, hatin xwendin.

Piştre kartên pîrozbahiyê ku bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî hatibûn nivîsandin li beşdarên mîhrîcanê ango li 92 jinamn hatin belavkirin. Di nava beşdaran de Meryem Remo û Rohat Xelîl wekî kesên herî serkeftî yên xebatên wêje û huner hatin xelatkirin.


Berhemên serkeftî hatin xelatkirin

Piştre ji bo her beşekê jî diyarî hatin dayîn. Ji bo beşa helbestê Remziya Remezan asta yekemîn, Wela El-Axa asta duyemîn û Zeyneb Xoca asta sêyemîn girtin.

Di beşê resm de Norşîn Hesen asta yekemîn, Rewan Xelîl asta duyemîn û Berxwedan Mişo asta sêyemîn girtin.

Di beşê karên bi destan de Cîhan Ebdulxefûr asta yekemîn, Şêrîn Qasim asta duyemîn û Qetriya Hisên asta sêyemîn bi dest xist.

Di beşê şano de Zinarîn Diyar asta yekemîn, Fatma Ehmed asta duyemîn û Leyla Saroxan asta sêyemîn cih girt.

Di beşê çîrokê de Kewer Mardînî asta yekemîn, Fatim Adil asta duyemîn û Edla Beşrî Ebdullah asta sêyemîn girt.

Di beşê gotarê de Yasmîn Tehlo di asta yekemîn de, Leyla Cemal asta di asta duyemîn de û Şêraz Hemo jî di asta sêyemîn de cih girt.

Xelata dayîkan jî Sûhad Mustefa wergirt û ji bo Saziya Malbatên Şehîdan diyariyek hat pêşkêşkirin. Di dawiya mîhrîcanê de Remziya Remezan li ser têkoşera Kurd Arîn Mîrkan ku li Girê Miştenûrê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê sekinî û bi cesareteke mezin çalakiya fedayî kir, pêşkêş kir. 


ANHA/QAMIŞLO