"Mîhrîcana Werzîşê ya Mezopotamya" ku îsal yekemcar ji aliyê Muduriyeta Şaxê Sporê ya Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat organîzekirin, di 23'ê Hezîranê de bi têkoşîna 1.300 sportvanan ku 280 jê jin in di 9 beşên sporê de dewam dike.
Mîhrîcana Werzîşê li çar aliyên navenda bajarê Amedê bi pêşbaziyên sporê dewam dike. Li navenda Sporê ya Şîlbe pêşbaziyên futbol û atletîzm, li Navenda Sporê ya Şaredariya Peyasê pêşbaziyên hentbol, voleybol, tenîs û futbolê, li Navendên Sporê yên Fîdanlik ên Yenîşehîrê jî maçên futbolê û li Salona Sporê ya Şaredariya Baglarê jî têkoşîna basketbolê tên kirin. Hemû pêşbazî û maç di rewşeke centilmendiyê de derbas dibin. Astengdarên ku ji sedî 13 ê nifûsê ne, di 'Mîhrîcana Werzîşê ya Mezopotamya' de nehatin ji bîrkirin. Maça basketbolê ya bi kursiya astengdariyê û pêşbaziyên judo yên astengdarên nabînin, di nava têkoşîneke mezin de derbas dibin.

Serkeftiyên rojê

Di dawiya pêşbaziyên rojê de, tîma jinan a mêvandar Amed li hemberî tîma Rojava Efrînê, tîma Wanê jî li hemberî tîma Êlihê bi ser ketin. Di maçên futbolê yên beşa mêran de jî Êlihê hevrikê xwe yê bi hêz Ewropa têk bir, Ranya li hemberî Mûşê, Riha li hemberî tîma Bedlîsê, Amed li hemberî Wanê, Efrîn li hemberî Şirnexê, Duhok li hemberî Colemêrgê bi ser ketin û maça di navbera tîmên Kobanê û Mêrdînê bi encama wekheviyê bi dawî bû.


Astengdar jî têkoşiyan

Di basketbolê ya astengdaran a navbera tîmên Amed û Colemêrgê jî de tîma mêvandar bi 30-28 bi ser ket. Di beşa basketbolê de Wan li hemberî Bedlîsê, di pêşbaziya jinan a di vê beşê de jî Amed li hemberî Êlihê bi ser ket. Di beşa jinan a voleybolê de Wan li hemberî Bedlîsê, Şirnex jî li hemberî tîma mêvandar Amedê bi ser ket. Di beşa mêran de Amed li hemberî Wanê, Mêrdîn jî li pêşberî Şirnexê qezenç kir. Di pêşbaziyê xurt a beşa hentbolê de tîma Êlihê bi encama 25-24 li hemberî tîma mêvandar Amedê bi ser ket. Di pêşbirkên atletîmzê de têkoşînên tûra yekemîn di beşa jin û mêran de 100, 400, 1500 metre û beza bi alê ya 400 metreyî li pîsta Atletîzmê ya Navendên Sporê yên Şîlbeyê pêk hatin. 

DIHA/AMED