Di 3’emîn Mihrîcana Zarokan a ku li bajarokê Rimêlanê yê ser bi Girkê Legê bi dirûşma “Werin em bi hev re xeyalên xwe yên zarokatiyê pêk bînin” tê lidarxistin, hemû reng tê de cihê xwe digirin û xuya dibin. Festîvala ku îro bi dawî dibe, xeyalên zarokan pêk anîn. Çand û dîroka gelek herêman yan jî civakan di mihrîcanê tê danasîn û hin xislet û aliyên wan tên pêşandan. Yek ji beşdarên mîhrîcanê, Koma Zarokan a Şengalê ye, ku yekemcar e li ser navê civaka Êzîdî tevlî Mîhrîcana Zarokan dibe û ji huner û çanda civaka Êzîdî hin xisletan pêşkêş dike. Koma Şengalê ya ku di 8’ê Adara 2016’an de hatiye avakirin, ji 12 kesan pêk tê.


Eşqa çandê di dilê Êzîdiyan de

Rêvebera Koma Şengal, Vejîn Çiya diyar kir ku wan bi kedeke mezin koma xwe di 8’ê Adara 2016’an ango Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ava kiriye û got, “Tevî ewqas êşên ku civaka Êzîdî kişandin, bi taybetî keçên ku nedikarin derkevin yan jî bi xwe bawer bûn ku wê karibin xwedî li çanda xwe derkevin, ji bo komkirina van keçan me zehmetî kişandin. Civaka Êzîdî ne wek civakên din e, tevî ewqas fermanên ku dixwestin pê çanda wan tine bikin jî eşqa çandê di dilê wan de zindî bû. Ji bo vê jî tevlîbûna her keçeke Êzîdî ji bo çandê serketineke mezin e ji bo civaka Êzîdî.”

Vejîn Çiya di dewama axaftina xwe de  hewldana xwe ya  ji bo parastina çanda Êzîdîtiyê anî ziman û got, “Çi ji dest me tê, em ji bo parastina çanda Êzîdîtiyê dikin. Em vê çandê didin pêş. Ji bo ku em layîqî vê çanda kevnar bin û wê biparêzin, em di her kêliyê de dixebitin. Çanda Êzîdîtiyê çandeke pîroz e, bingeha ramanên Rêber APO jî ji vê çandê hatiye afirandin. Ji bo vê divê em bi hemû hêza xwe xwedî li çanda xwe derkevin û bi zarokên xwe jî bidin fêhmkirin.”


Vegera li çanda xwe erkek e

Vejîn Çiya da zanîn ku ew wekî Koma Şengalê gelek beşan di nava xwe de dihewînin û wiha dewam kir: “Koma Şengal gelek beşên hunerî di nava xwe de dihewîne. Beşên mîna muzîk, şano û govendê hemû beş jî tenê girêdayî çanda Êzîdî ne. Em Koma Şengalê tevlî 1’emîn û 2.emîn Mihrîcana Zarokan nebûn. Sedema wê jî ew bû ku hîn êş û birînên fermana ku li ser gelê mê pêk hatibû diaran. Ji bo ku me careke din çirûskên hêviyê di çavên zarokan de vejanda û dilên şikestî derman bikira, bikewanda, perwerde pêwîst bû. Niha jî me cihê xwe di vê mihrîcanê de girt. Ev tevlîbûn jî wateyeke xwe ya pirr bi nirx heye. Vegera li çanda xwe erkeke sereke ya li ser milê me hemûyan e. Bi vê armancê em serketinê ji komê re dixwazin.”

Her wiha zaroka bi navê Zehra Qewal jî kêfxweşiya xwe anî ziman û got: “Ez dixwazim bi xeyalên zaroktî çanda xwe ya Êzîdî nas bikim, ji ber ku ev dîrok û nasnameya me ye û divê em xwedî lê derkevin.” 


 GIRKÊ LEGÊ