Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Yekemîn Festîvala Zarokan bi gera di nava wargehê de dest pê kir. Festîvala doh destpêkirî wê bi giştî sê rojan dewam bike.
Li Wargeha Mexmûrê Yekemîn Festîvala Zarokan bi gera komek palyaçoyî dest pê kir ku şekirok didan zarokan û zarok kom dikirin.
Gera Palyaço û zarokan ya li nava wargehê heta meydana pîrozbahiyê dewam kir. Zarokên wargehê elaqeyeke mezin nîşanî festîvalê da. Piştî gera di nava wargehê de qediya, hemû bi hev re li meydana pîrozbahiyê kom bûn û bi boyaxa reng bi reng hem hevdu û hem jî dîwar boyax kirin.
Zarokên wargehê û Palyaçoyan li meydana pîrozbahiyê stran gotin û lîstokên cur be cur lîstin.
Festîvala ku wê li Navenda Çand û Hunera Mexmûrê (NÇHM) dewam bike, di bin sîwana Kevana Zêrîn de hat amadekirin. Festîval wê îro û sibe jî dewam bike.
ROJNEWS/MEXMÛR