Mîhrîcana ku 6’ê Çileyê bi beşdarbûna sedan kesî destpê kir, li gelek tax, gund û bi taybetî li salona Sînemaya Yilmaz Guney bi filmên cur bi cur hatin pêşandan rastî eleqeyeke mezin hat. Mîhrîcana fîlman di roja dawî de bi beşdariya Parlamenterê HDP’ê ya Şirnexê Faysal Sariyildiz, Wezareta Çanda Herêma Federal a Kurdistanê Xalît Doskî, hunermendên navdar Kadîr Înanir, Julîde Kural, Hevserokê DBP’ê ya Êlihê Mehmet Candemîr, Hevşaredarên Êlihê Gulîstan Akel û Sabrî Ozdemîr, endamên Meclîsa Şaredariyê û Rêxistina DBP’ê, BUO-DER, hunermendên Navenda Çanda Şehîd Mîzgîn, nûnerên Saziyên Civaka Sivîl û bi amadebûna sedan kesî xelat hatin dayin.

Eleqeya ji bo mîhrîcanê

Di serî de ji bo 3’ê jinên şoreşger Sakinê Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin û ji bo kesên di şerê şoreşê de jiyana xwe ji dest dan deqeyek rêzgirtin pêk hat. Piştî ku fragmanên bernameya 6 rojên ku mîhrîcanê hatin pêşandin Koordînatorê Mîhrîcanê Îlhan Bakir axaftinek kir û di serî de ji bo eleqeya welatiyan a ji bo mîhrîcanê spasiyên xwe pêşkêş kir. Bakir anî ziman ku xwedîderketina sînemaya Kurd hezek daye wan û eleqeya gel ji bo pêşketina fîlmên Kurd îlhameke mezin daye wan. Bakir destnîşan kir ku ev xwedîderketin û eleqeya mezin wê ji nifşên nû re bibe mînak û rêya wan ronî bike.
Piştî axaftina Bakir xelatên fîlmên ku ji aliyê jûriyê ve ya herî baş hatin hibijartin yek bi yek radestî derhênerên fîlman hatin kirin.
Derhênerê Îranî Parvîz Rostemî ku derhênêriya fîlmê bi navê “Avahiya Musirangan” kir xelata yekemîn ji destê Hevşaredarê Êlihê Gulîstan Akel girt û Derhênerê filmê bi navê “Dondurma” Serhat Karaaslan, Derhênerê fîlmê bi navê “Fêkiya bihûştê hinar” Fatemh Dasmart û senaryoya herî baş jî MEKAP layikê xelatê hatin dîtin.

Şengal û Rojava

Hemû derhênerên ku xelat wergirtin diyarî zarokên Şengal û Rojavayê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê reviyan û Şervanên YPG/YPJ’ê kirin. Mîhrîcan bi konsera Orkestraya Heskîfê bi dawî bû. Bi sedan beşdarên bi rojan mîhrîcanê dişopînin, bi deqeyan li ser piyan li çepikan dan.

ANF/ÊLIH