6’emîn Mihrîcana Kurtefîlmên Kurd a Yilmaz Guney ya bi şîara “Gelê berxwedêr, sînemaya berxwedanê” li Hola Sînemayê ya Yilmaz Guney pêr li Êlihê dest pê kir. Hevşaredara Êlihê Gulistan Akel anî ziman ku ew mîhrîcana xwe diyarî Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî û hemû şehîdên berxwedana xwerêveberiyê dikin. 

Sînemager Lîsa Çalan a ku 5’ê Hezîranê di encama êrîşa bombeyî ya li dijî mîtînga HDP’ê ya Amedê de her dû lingê xwe ji dest dayî jî beşdarî mîhrîcanê bû. Bi beşdarbûna gelek hiqûqnas û xwendekaran palkursiyên Hola Sînemayê tijî bûn. Di mîhrîcanê de berxwedana Sûrê, Cizîrê, Farqînê, Nisêbînê û Geverê hat silavkirin û şehîdên komkujiya Mereş û Roboskiyê ji hatin bibîranîn. Mihrîcanê ji bo şehîdên tekoşîna azadiyê û ji bo şehîdên berxwedana rêveberiya xweser bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. 


Sînemaya Kurd bi rola berxwêdêrî radibe

Sînemagera Kurd Lîsa Çalan axaftina vekirinê kir û got, sînemaya Kurd bi rola berxêderî radibe û wiha peyivî: “Gelê Kurd îro li hemû deverên Kurdistanê li hemberî şerê qirêj berxwedaneke bêhempa dimeşîne.”


‘Kolanên Kurdistanê bi komkujiyê re rû bi rû ne’

Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel jî diyar kir ku 5’emîn Mihrîcana Kurtefîlmên Kurd a Yilmaz Guney diyarî qurbaniyên berxwedana Şengalê kirîbûn û got, di Mihrîcana 6’emîn de jî heman dîmenên Şengalê li Bakurê Kurdistanê derketin holê. Akel destnîşan kir ku li hemû kolanên Kurdistanê gel bi komkujiyê re rû bi rû ye.


Mîhrîcan jî berxwedan e

Akel got, wan nedixwest di pêjavoya êrîşên li dijî gelê Kurd de mîhrîcana xwe pêk bînin û wiha axivî: “Li hemû deverên Kurdistanê êrîşên hovane tên meşandin û li hemberî van êrîşan berxwedana gelê Kurd ya bêhempa xurt dibe. Di heman demê de mîhrîcan jî berxwedan e. Ji ber ku zimanê me û nasnameya me hatiye qedexekirin. Îro jî bi heman polîtîkayên qîrkirinê êrîşî gelê Kurd dikin. Li hemberî van polîtîkayên qirkirinê em ê berxwedana gelê Kurd li şanogehan nîşan bidin û em ê berxwedana xwe li şanogehan jî bidomînîn. Em ê bi hûnerê li ber xwe bidin.”


Diyarî Elçî û şehîdên xwerêveberiyê ye

Akel got, ew ê ji bo azadiya gelê Kurd li hemû warên jiyanê li ber xwe bidin û wiha dewam kir: “Em ê bi tilîliyan li kolanan berxwedanê xurt bikin. Em mîhrîcana xwe diyarî Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî Yê hate qetilkirin û hemû şehîdên berxwedana xwerêveberiyê dikin.”

Piştre filmê Duvar ê Yilmaz Guney hate nîşandan û hunermend Lawje derket ser dike. Mihrîcan dê heta 20’ê Kanûnê bidome. 


 DÎHA/ÊLÎH