
Mîhrîcana Çand û Huner a Şehîd Bêrîtan li Wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo cara heftan bi bernameyeke dewlemend û coşeke mezin hat lidarxistin.
Li dû paşvexistina mîhrîcanê ji ber rewşa ewlekariyê, piştî 3 salan 7. Mîhrîcana Çand û Huner a Şehîd Bêrîtan li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) pêr bi bernameyeke dewlemend û beşdariyeke bi coş hat lidarxistin.
Mîhrîcana Çand û Huner a Şehîd Bêrîtan sibehê saet 08:00’an bi vekirina pêşangeha wêneyan li avahiya Navenda Hûnerê Dest a Şehîd Delîla dest pê kir. Di pêşangeha wêneyan de wêneyên pêşenga xeta berxwedanê Şehîd Bêrîtan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên gelek şehîdên jin û xort ên pêşengên têkoşîna azadiyê, her wisa wêneyên berxwedana Bakur, Rojava, gerîla her wiha wêneyên wargehên berê yên gelê Mexmûrê hatin pêşkeşkirin. Ked û hunerê ciwanên Mexmûrê yê di şêwekariyê de hêjayî dîtinê bû.
Di pêşangehê de berhemên kevnare û çanda gelêrî ya Kurdî weke parzûn, goreyên rîs, cilûbergên Kurdî, meşk, conî, destar, sêl, teşî, kulav, şeleme, kefî, kûn û berhemên bi morîk û tayên rengûreng ên destan, hatin pêşandan. Bi hezaran kes ji bo temaşekirina berhemên kevnare yên Kurdî çûn cihê pêşangehê û elaqeyeke mezin nîşanî pêşangeha berhemên gelêrî da.

Xwarinên Kurdî û mêvanperwerî
Bernameya mîhrîcanê bi coş û peroşeke mezin li avahiya Şaredariya Mexmûrê bi pêşkeşkirina gelek xwarinên kevnare yên herêmên Şirnex, Colemêrg, Sêrt, Mêrdîn, Rojava, Başûr, Rojhilat û gelek deverên Bakurê Kurdistanê ku ji aliyê dayikan ve hatibûn çêkirin, dewam kir. Vekirina bernameya pêşkeşkirina xwarinên kevnare yên Kurdî ji aliyê Hevşaredara Mexmûrê Nûran Sezgîn ve hate kirin.
Piştî ku cureyên xwarinan hatin danasîn û çawaniya çêkirina wan û dîroka wan hat vegotin piştre li sedan kesan hate belavkirin. Mîhrîcanê heta nîvrojê bi pêşangeh, nîşandana kelûpelên çanda Kurdî û xwarinên Kurdî dewam kir.
Jin pêşenga Şoreşa Kurdistanê ye
Germahî û coşa mîhrîcanê bi pîrozbahiya piştî nîvrojê li Navenda Çand û Hûner a Mexmûrê, piştî hatina bi hezaran xwendekarên ji dibistanên seretayî ên Şehîd Mihemed Karasûngûr, Şehîd Dr. Nûrî Dêrsîmî, Şehîd Salîh Kandal, Şehîd Mihemed Kurt, dibistanên navîn Şehîd Jiyan, Şehîd Denîz û Dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn her wisa bi hezaran xelkê wargehê dest pê kir.

Koma muzîkê ya Şehîd Arîn a girêdayî Weqfa Jinên Mexmûrê pêşî derket ser dikê. Koma zarokan bi cilûbergên xwe yên rengûreng ên neteweyî û bi stranên xwe yên xweş û şoreşgerî kela canê beşdaran rakir.
Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê, Cîhan Çiya li ser girîngî û wateya rojê û ruhê xeta Şehîd Bêrîtan axivî. Çiya mîhrîcan li Ocalan, şervanên azadiyê, gelê Kurd, li jinên Kurd û berxwedêran pîroz kir.
Çiya di dewama axaftina xwe de got; “Şehîd Bêrîtan xeta xwebûnê ye, xeta qebûlnekirina teslîmyet û xiyanetê ye. Bêrîtan bû ruhê werdana ciwaniyê, di kesayeta Şehîd Bêrîtan de ruhê jina azad a berxwedêr derket asta artêşbûna jinê ya li dijî xeta teslîmiyet û xiyanetê. Di roja îro de jina Kurd li dijî her cure êrîş û zextan têkoşiya. Çi li çiya çi li bajaran, ji pêşengtiyê dike li ŞoreşaKurdistanê.
Xeta xiyanetê di kesayeta Şehîd Bêrîtande têk çû û teslîmiyet bi bin ket. Di roja me ya îro de xeta xiyanet û teslîmiyetê careke din li Başûrê Kurdistanê bi taybet di malbata Barzanî de xwe ji nû ve nîşanî gelê Kurd û cîhanê kir.
Heta dawiyê em ê xeta jina azad a berxwedêr bişopînîn. Bi pêşengiya Rêbertî û xeta wî ya azadiya jinê, têkoşîna azadiyê wê bi hemû awayî li hemberî paşverûtî, xiyanet, dagirkerî û dijminên gelê Kurd bidome.”

Rêber Apo xeta sor e
Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Cîhan Çiya, di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa bê agahîbûna ji ewlehî, tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Rêber Apo ji bo me xeta sor e û ti kes nikare xwe nêzîkî vê xetê bike. Ew dixwazin bi daxuyaniyeke ji rêzê ya ‘tiştek wisa nîne û lêpirsîn li hemberî van kesan hatiye destpêkirin’ nikarin dilê gelê Kurd û dostên wî rehet bikin. Lewma me gelê Kurd û aligirên azadîxwaz pêvajoyeke mezinkirina ruhê berxwedan, têkoşîn û bi armanca rakirina tecrîdê û destpêkirina hevdîtinan bi Rêbertî re li seranserê cîhan û Kurdistanê dayê destpêkirin. Heta em agahiyê ji Rêbertiya xwe negirin, em ê bi şev û roj di nava çalakiyan de bin. Bes bila dijminên Kurdan û hevkarê wan CPT baş bizanin dema sebra Kurdan nema, cîhan wê bi serê wan de were qulipandin. Lewma em li vê derê bang li CPT û hemû saziyên navneteweyî û saziyên parastina mirovan dikin dawî li tecrîda li ser Rêbertiya me bînin û demekê ji ya din zûtir hevdîtinê bi Rêbertiya me re pêk bînin û agahiyên girêdayî tenduristî û ewlekariya wî de ji gelê Kurd re eşkere bikin.”

Bi bernameyeke dewlemend û bi govend
Piştî axaftina Çiya, bernameya mîhrîcanê bi derketina ser dikê ya koma mûzîkê ya ji Başûrê Kurdistanê, Koma Şehîd Serhed û skeça Koma Hêvî Yekta dewam kir. Di rêza bernameyê de hunermend Azad Bedran derket ser dikê û bi stranên şoreşgerî û gelêrî, xelk coşand. Tevî baranê jî xelkê li ber stranên hunermend Bedran govenda azadiyê gerand.
7. Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan bi derketina ser dikê ya koma muzîkê ya Şehîd Berçem û li ber stranên komê heta şevê gerandina govenda azadiyê bi dawî bû.
Sedema paşvexistina mihrîcanê
Hêjayî gotinê ye ku li Wargeha Mexmûrê Mîhrîcana Çand û Huner weke kevneşopiyekê lêhatibû û mîhrîcana yekemîn sala 2004’an hatibû lidarxistin. Mîhrîcana 1. û 2. li pey hev 2004 û 2005’ê hatin lidarxistin. Piştre biryar hate girtin ku mîhrîcan du salan carekê bê çêkirin. Bi hatina êrîşên DAIŞ’ê li ser herêma Mexmûrê û wargehê re ev sê sal bûn ku mîhrîcan ji ber rewşa ewlekariyê dihat paşvexistin. Mîhrîcana îsal jî di dema xwe de pêk nehat û dîsa sedema paşvexistina wê rewşa aloziya li Başûrê Kurdistan û Mexmûrê bû. Lewra diviyabû mîhrîcan îsal di 24-25’ê Cotmehê de pêk bihata, lê jiber rewşa ewlekariyê ya Mexmûrê, hatibû paşvexistin û pêr hat lidarxistin.
ROJNEWS/MEXMÛR