20.Mihrîcana Çand û Hûnera Kurdi a Navnetewî ku ji aliyê Federasyona Komaleyen Kurd ê Elmanya YEK-KOM’ê ve hate organizekirin pêr bi beşdariya zêdetirî sed hezar kesî dest pê kir. Mihrîcana îsal bi drûşmeya; „Ji Ocalan re Azadî, Ji Kurdistanê re Statuya Siyasî“ hate lidarxistin bu qada komcivîna Kurdên ji gelek navendên Ewropayê. Hevserokê BDP ê Selaheddîn Demirtaş û her wiha gelek siyasetvan û kesayetên navdar beşdarî mihrîcanê bûn.Dîsa ji bilî Koma Berxwedan û endamên wê gelek hûnermend û komên muzîkê yên wekî Servet Kocakaya, Chopy, Şengul, Grup Baran, Ali Mansur, Koma Erbanê, Koma Teq û Req û bi komên folklorê û her wiha gelek hunermendên sûprîz u nisandina sinevizyone, mihrîcana îsal rengîn bû. Di Mihrîcana îsal de, wekî ku her sal ciwanên Kurd, hefteyekî ji beriya Mihrîcana Çand û Hûnera Kurdî a Navnetewî di meşin,îsal bi drusmeya,“Azadiya Rêbertiyê Azadiya Me ye, An Azadî An Azadî“ di 1’ê Îlonê ji bajarê Strasburgê dest pê kir û her wiha meşa ciwanan a dirêj ku konax bi konax berdewam kir, roja mihrîcanê li bajarê Mannheimê li qada Mihrîcanê bi dawî bû. Di Mihrîcanê de gelek siyasetmedar û kesayetên navdar ê dostên Kurdan jî beşdarî amede bûn û derketin li ser dikê. Nûnera Partiya Çep a Almanyayê (Die Linke) Heike Hemfel û Parlementera Partiya Çep a Ekwatorê Rozans Alberado axifîn û di axaftina xweda hevalbendiya xweya bi şoreşa gelê Kurd re anîn ziman.
Dîsa di Mihrîcanê de,gelek peyamên sazî û rêxistinan jihatin xwendin.
ABDURRAHMAN KARATAŞ / STUTTGART