Kovara dumehane Tîrojê hejmara xwe ya 77’an a meha mijdar û kanûnê ragihand ber destên xwendevanan. Kovar ku di her hejmarê de dosyayek amade dike vê carê meseleya "Xweserî/Xwerêvebirin, çima, çawa, kengê?" girtiye dest. 

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, Çetin Gurer, Yusuf Karataş, Fehim Işik û Faik Bulut li ser meseleyê nivîsiye. Anli gotiye, "Rêveberiya cewherî em bi giranî ji bo Kurdan û Kurdistanê girîng dibînin." Karataş, di çarçoveya pirsa neteweyî û çareseriyê de xweserî girtiye dest, Bulut jî gotiye ku meseleya xweserî kirin qurbana siyaseta rojane û konjokturê. Hem ji aliyê ku di rojeva kurdan de ye, hem ji aliyê çareseriya meseleyê ve ev dosyaya hatiye amadekirin hêjayî xwendinê ye.


‘Strana berbangê’

Helbestvan Sennur Sezen kurtedemek berê wefat kir. Ji bo xatirkirina wê nivîsa wê ya bi navê "Neyarên cahil ên aştiyê" ku di sala 2009'an de hatibû weşandin kovarê dîsa weşandiye. Her wiha helbesta wê "Strana Berbangê" jî bi wergera Fehîm Işik weşandine.

Serpil Îlgun bi Hîndekarê Beşa Sosyolojiya Zanîngeha Bogazîçî Bulent Kuçuk re hevpeyvînek li ser rewşa dawî ya Tirkiyeyê kiriye. Di hevpeyvînê de hilbijartin, komkujiya li Enqereyê hatiye nîqaşkirin.


Xwerêveberiya Kurdan

Di kovarê de Ercumend Akdenîz, Aydin Çubukçu û Erdogan Aydin li ser nîqaşên şerê navxweşî û Tirkiyeyê nirxandin kiriye. Nivîskar Cihan Roj nivîsek bi sernavê "Şîroveyek li ser çîroka jiyana Eyûb Paşayê Kaskî" û ew nirxandiye. Salihê Kevirbirî rûpelek ji Kurdên Kirgizistanê bi sernavê "Cînarên Çînê, Kurdên Kirgizistanê", Cemil Oguz jî çîroka "Toros"an ji salên 70'yî heta niha raxistiye ber çavan.

Her wiha Hakki Ozdal, Vedat Ilbeyoglu, M.Ender Onder, Îsmaîl Dîndar, Elî Serhedî, Nevzat Onaran, Mem Med, Kelemet Çigdem Turk, Ozgur Muftuoglu, Zeynep Varol, M. Sinan Birdal,  Muge Tuzcuoglu, Dr. Mustafa Pekoz, Reşo Ronahî, Dr. Selçuk Mizrakli, Akman Gedik, Vecdi Erbay, Aytaç Araz Selçik, Bariş Avşar bi nivîsên xwe, C.Hakki Zariç, Didar, M.Çiya Mazî, Yeqîn H. bi helbestên xwe di kovarê de cih girtine. 


 STENBOL