Bêguman cezakirina dîktator, cuntaciyan, kujêran û dijminê gelan tiştên baş in. Ji bo ku careke din kes teşebûsê xwînxwariyeke wiha neke, dibe helwesteke mînak. Lê li Tirkiyê tişteke din pêk tê, şaşî û tênegihîştin di vir de ye.
Di kevneşopiya dewleta Tirk de rêbazeke gelek xiniz heye. Ew berê li dijê gelan û koman xwînxwariyeke nemirovî û hovane pêktînin, dû re ya tewanê davêjin ser çend kesan, yan jî komekê, wan bi cezayeke biçûk didin aliyekî, dewleta xwe rûsipî dikin û bi nû ve difiroşin gel. Di vê roja me de jî, ev hîlebazî di rojevê de ye.
Bala xwe bidinê, yên hatine darezandin, yên malniş (emeklî) in. Jixwe tu karekî ku ew êdî bikarin bikin nemane. Dewleta kûr niha di destê yên ciwan ên li ser kar de ye. Ango vesayet û dewleta qirêj tenê xwe manipule kiriye, piçek jî boyaxa Qasimpaşa û Qeyseriyê li xwe daye.
Tu general yan jî efser û sivîl ji ber kontrgerlîtatî, sadistiya JÎTEM’ê, kuştin û xwînxwariyên li Kurdistanê nehatine cezakirin. Di dadgehên wan de ev wek mijar jî nehatiye vekirin. Heta ji bo vê xwînxwariya dagirkeran porkirinê ev dadgehkirin û cezayê wan tenê, belê tenê ji bo xapandina bala cihanê û gel hatiye dayîn. Ango rasterast lîstikekê ye (wê sibe yasayekê efuyê derxin û tevan berdin). Lema jî ev serenava rojnameya Evrenselê “Ji bo darbeyê ceza girtin, lê ji bo kontrgerîlatiyê berat kirin!” Gelek di cîh de ye û rastiya vê dadgehê nîşan dide.
Bi gotineke kurt di dadgehê de tenê mijareya hewldanên wan ên di nava amadekariya darbeya li dijê îslamîstên kemalît derxistin pêş. Bi vî awayî dewleta dagirker a xwînxwar ji hemû tewanên qirêj paqij û rûsipî kirin. Ango îslamîstan hem siberoja dîktatoriya xwe hineke din saxlem kirin û hem jî dewleta xwînxwar pûr û pak kirin, bi nû ve firotin cihanê û gelê li Tirkiyê ku çavên wan bi perdeya sentêza Tirk-islam hatiye korkirin.
Mirov bi zelalî dikane bibêje, bi vê dadgehê rûpela vesayeta kemalîstên laîq ji ber ku nekanîn gelê Kurd û Kurdistanê bi awayekî kêrhatî bihelînin û têkbibin, ji bo demekê hatiye girtin. Vê carê ji bo têkbirina Kurdan rûpela vesayeta kemalîstên îslam hatiye vekirin. Heta li gor dîtina min, di dema biryardayina vê dadgehê de li rojava zêdebûna êrişên îslamîst ên xwînxwar (el nusra û yên din) ên ku wek maşeyên îslamîstên kemalîst (AKP-Fetullahî) ne tesaduf e. Ango çawa ku bibêjin; binêrin; „mirov wiha li dij Kurdan şer dike!“
AKP û Fetulahiyan ji bo demekê artşa Tirk dan aliyekê, di cihê wê de artêşa dozgerên bi erkên kadiyan hatî xwirtkirin û polîsên bi gazê derxistine pêş ku her tevgerên van saziyên bêkêr ên wek SS û SA yên naziyan tîne bîra mirovan. Li aliyekê jî bi çapemeniya bi apolet, dibistan, dersxane û qaşo sevgîevî (malên hezkirinê) dixebitin ku serê ciwanên me bi awayê narkotôkê bitevizînin û bi wê şêweyî wan ji reyên wan ên resen biqetînin.
Ev derdor wek beşeke şerê taybet, ji bo reşkirina Tevgera Azadî di medaya civakî wek Tiwiter, Facebook ê de navê mirovên mîna Dogu Perinçek (di salên heftêyî de karê tevgera wî IP tenê Apocî îxbarkirin bû) û Yalçin Kuçikê peyayê artêşa Tirk derdixin pêş, van kesên ku her welatparêzî ew dinasîn, post û erkên wanên bingehîn dizanîn, çawa ku demekê dostê Tevgera Azadî bin, nîşan didin. Bi riya navê wan dixebitin ku çamûrê bavêjin Tevgera Azadî.
Ew qehremanên înternetê jî çawa ku gogeke hêviyê bi destxistibin, xwe tenê bi van navan ve mijûl dikin. Tu kes berê xwe nade sextekariya di bin vê dadgehkirina qaşo de çi dek û dolab tên çerixandin.
Ez di wê baweriyê de me, êdî gelê me şiyar e, hemû dek û dolabên serkariyên Tirk çi yên kemalîstên layîq û dûvikên wan, çi jî yê kemalîstên îslamîst û duvikên wan, ji pisporan baştir dinasin, lema jî hem bi vê şanoya dadgehên Tirk û hem jî bi wan kesên di nava fasebookê de ketinin pozîsyonên baqilî û aqildayînê dikenin.
Mijara cezayên Ergenekonciyan
Li Tirkiyeyê di her dem û pêvajoyan de şanoyên gelek sosret tên lîstin, rayedarên dewletê êdî wisa hînê rolên xwe bûne ku di van lîstikan de artîstên Holiwud û bolîwudê jî matmayî dihelin. Di hemû dîroka Tirkan de dadgehkirinên wiha xapîner hene. Bi gotineke kurt dadgehkirina mijara Ergenekonê tenê şanoyeke xapandinê ye.