....... berdewamiya mijarê


II. ava - şîn - mezin - perwerde û hwd.

Gelo "avahî" yan "avayî" tê gotin?

Gelo "şînahî" yan "şînayî" tê gotin?

Gelo "mezinahî" yan "mezinayî" tê gotin ?

Gelo "perwerdehî" yan "perwerdeyî" tê gotin?


III. tirsîn - pê hesîn, girîn, ...

Gelo "ez tirsiyam“ yan "ez tirsiham" tê gotin ?

Gelo "ez pê hesiyam" yan "ez pê hesiham" tê gotin ?

Gelo "ez giriyam" yan "ez giriham" tê gotin ?


Wek me di gotareka pêş da jî gotibû, zimanê me di hin heyamên dîrokî da, tenê bi awayê devkî ji nifşekî derbasî nifşên din bûye. Ji lew ra jî, li gor herêmên welatê me û zaravayên me yên têvel, ev hemû şêweyên li jor tên bikaranîn. Bê guman, ji bo hêsankirina gramerê dê gelek baş be gava herdem tîpa "y" ji bo kelijandinê bê bikaranîn. Lê bi dîtina me, divêt em di vî warî de helwêsteka lîberal bigirin û rê li dewlemendî û pirrengiya ziman teng nekin. Divêt em bibêjin ku giranahiya kelijandinê li ser tîpa "y" ye, lê belê bikaranîna tîpên "w" û "h" di hin bêje û babetan da rewa ye. 

Gelo çima em li vir helwêsteka fireh û lîberal digirin û dest ji helwêsta teng, ya ji bo hêsankirin û yekkirina gramerê berdidin?

Zimanê me, berî ku zimanê wêje û toreyê be, berî ku zimanê roman û çîrokan be, ew zimanê stran û helbestane. Ji bo xatirê stran û helbestê, divêt em vê helwêsta lîberal bigirin; divêt dengbêj û helbestvanên me maf hebin ku bêjeyan li gor ahengî, terz û pîvana ku ji wan ra pêwîste bi kar bînin. Divêt em maf bidin dengbêj - wek nimûne, li cihê "paleya genimê sor" - gava ew bixwaze, bikaribe "paleha genimê sor" bibêje. Ka em bala xwe bidin vê strana govendê ya gelêrî jî:

Wey la, wey la, wey lawo

Di serkê xênî, di xew da wo

Min panek pê veda wo

Xencer ji ber şelya wo

Ji ber ku ji qafiyeya dengbêj ra kîteya "wo" pêwîste, ew vê kîteya han tîne dawiya her malikekê û wisa stranê xweş dike. Ev maf û ev azadiya zimanê me divêt bête parastin.

B) Kengê kelijandin ne merce û kengê tîpa kelijandinê ne pêwîste? 

Me li jor gotibû, qeyda gelemper ewe ku gava du tîpên dengdêr di bêjeyekê da tên pey hev, hîngê tîpa kelijandinê dikeve navbera wan. Belê, ev qeyd ya gelempere. Lê gelo awarteyên vê qeydê jî hene yan na? Yanê, bi gotineka din, gava her carê du tîpên dengdêr hatin pey hev, gelo merce ku tîpeka kelijandinê têkeve navbera wan? Yan jî hin rawe û babet hene ku li derveyî vê qeydê ne? Ka em bala xwe bidin du mijarên têvel yên zimanê me:

B1) Kesandina lêkeran li gor deman. Lê belê ew lêkerên ku bi dengdêrekê destpêdikin.

Em wek nimûne dibêjin, em ji bo raweya boriya berdest û raweya dema niha pêrkîta "di" û ji bo raweya fermanî û raweya ayendê em pêrkîta "bi" bi kar tînin. Wek nimûne, lêkera "çûn":

Boriya berdest: ez diçûm.  Dema niha: ez diçim. Raweya fermanî: biçe. Ayend: ezê biçim

Lê belê, gava lêker bi dengdêrekê dest pê bike, hîngê rewşeka din pêk tê. Ka em wek nimûne lêkera "ajotin" bigirin ber xwe: 

Boriya berdest: min dajot. Dema niha: ez dajom. Raweya fermanî: bajo. Ayend: ezê bajom

Em dibînin ku li gor qeyda zimanê devkî û qeyda ku heya niha di gramerê da tê bikaranîn, teraziya ziman bi wî alî da ye ku li cihê bikaranîna tîpa kelijandinê di navbera du dengdêran da, bi vajayî qeyda gelemper, dengdêra pêşîn - li vir dengdêra "i" ji pêrkîta nawela (amûra, edata)  kesandinê - ji bêjeyê hatiye avêtin û li cihê "min diajot - ez diajom - biajo - ezê biajom", wek me li jor nivîsandiye tê gotin. 

Gengeşiya me dê berdewam be.....