Em mijara hefteya bihurî me dayî ber xwe, dewam bikin.

Gelo ev qeyda me, yanê qeyda avêtina tîpa "i" ji pêrkîta nawela kesandinê, heya kengê dikare xwe di ziman da ragire?  Em bala xwe bidin van lêkeran:

avêtin - êşandin - êxistin - axaftin

Di dema niha da em dibêjim: ez davêjim - ez dêşînim - ez dêxînim - ez daxivim û hwd.

Ji bo hemû lêkerên ku em wan wek “pîvaz û şorbê” baş nas dikin, ev qeyda zimanê devkî dikare xwe ragire. Lê belê, ka em hin lêkerên din wek nimûne bînin û bidin ber çavan:

arastin (xweşikkirina tiştekî, xemilandin), evirandin (pîrozkirina tiştekî), ayidandin (têkilkirina hin tiştan), hîngê li gor qeyda jor, divêt em bibêjin:

ez maseya xwarinê darêsînim - ez xaniyê we yê nû devirînim - ez hin boyaxan dayidînim

Û hin lêkêrên ku me ji zimanên biyanî wergirtine, wek ecibandin, elimandin, ezimandin, divêt em ji bo wan jî bêjin:

ez decibînim - ez delimînin - ez dezimînim

Êdî baş tê xuyakirin ku ev qeyda me ya zimanê devkî nema dikare xwe ragire. Ji ber ku yê guhdar nema dizane, ka mebesta me çi ye? Ziman li pêşiya me diherime, dibe gola req û beqan.

Lê gava em bibêjin:

ez diecibînim - ez dielimînim - ez diezimînim û

ez diarêsînim - ez dievirînim - ez diayidînim 

û gava em bibêjin:

ez diavêjim - ez diêşînim - ez diêxînim - ez diaxivim, 

hîngê em nawela kesandinê diparêzin û ziman hîn baştir tê fêhmkirin. Ji lew ra, bi dîtina me, ev qeyda avêtina tîpa “i” ji nawela (amûra, edata) kesandinê, ji zimanê devkî hatiye û divêt em di zimanê nivîskî da dest jê berdin û vê babeta gramerê wek awarteya kelijandinê bihejmêrin û bibînin.


C) Kengê kelijandin ne pêwîste?

Wek babeta dawiyê ji vê mijarê, emê li ser lihevsiwarkirina bêjeyan rawestin ku di encama wê da hin caran du tîpên dengdêr tên pey hev. Gelo di rewşeka wisa da tîpa kelijandinê pêwîste yan na?

Daku mebesta me li vir jî baş bê fêhmkirin, emê dîsa hin nimûneyan bînin:

Nimûne-1: Ji ber bêaviyê deşta Heranê bê dar maye.

Em li vir dibînin ku du tîpên dengdêr dane pey hev, lê ti tîpa kelijandinê neketiye navbera wan. Gava em bixwazin tîpekê têxin navbera "ê" û "a" jî, dê hîngê bibe "bêyaviyê" û ti mane ji bêjeyê ra namîne. Nexwe, divêt wisa bimîne.

Numûne-2: Ji ber taalandinê qolincên Gulperiyê diêşîn (yanê hevkî ta li teşiyê alandiye, êdî qolincên wê diêşin.

Li vir jî, heke em tîpeka kelijandinê têxin navbera herdu tîpên "a" çênabe. Heke em "a"-yekê biavêjin, ew jî nabe. Em wisa bikin, dê "talandin" li holê bimîne û her kurdek dê bi maneya "talanê" fêhmbike. 

Mirov dikare gelek nimûneyên din jî bîne, wek:

Li ber textê nexweşxanê divêt boriya baanînê hebe.

Ji ber taavêtinê ew nikare ji nav nivînê rabe.

Ji ber karê kaanînê êdî ew westiyaye.

Bi encama badeavêtinê cama pencereyê şikest.

Xanîavakirina Hoste-Memo gelek çake.

Ji ber bêendametiyê komele ji hev belav bû.

Ji ber bêewlekariyê bazirganî pêknayê.

û her wisa û her wisa ...


Encam :

Piştî ku me li vê mijara xwe, yanê hatina du tîpên dengdêr di peyvekê da li pey hev ji sê aliyan va temaşe kir, em dikarin van encamên li xwarê jê wergirin:

Rêzik 2a: Di veqetandin û tewangê da gava du tîpên dengdêr bidin pey hev, hîngê tîpeka kelijandinê dikeve navbera herdu dengdêran. Bi gelemperî nîvdengdêra "y" ji bo kelijandinê tê bikaranîn. Lê belê, di hin bêjeyan da tîpa "w" û di hin bêjeyên din de tîpa „h“ dikarin vê rolê bilîzin.

Rêzik 2b: Di kesandina lêkeran da divêt nawela kesandinê divêt bê parastin û êdî em dest ji avêtina tîpa "i" ya nawelên "di" û "bi" berdin. Yanê di kesandinê da divêt herdu tîpên dengdêr yên li pey hev di zimanê nivîskî da bimînin.

Rêzik 2c: Gava du yan sê bêje li hev tên siwarkirin û di encamê da peyveka nû pêk tê ku têda du tîpên dengdêr dane pey hev, hîngê kelijandin ne rewa ye û divêt dîsa herdu tîpên dengdêr bên parastin.

Encamên (2b) û (2c) divêt wek awarteyên qeyda gelemper bên fêhmkirin.

 

Gengeşîya me dê berdewam be.....