Mîr Celadet Bedirxan gotiye, "Hêmanên zimên çarin: Tîp, kît, bêje û komek (hevok, cumle). Ji tîpan kît pêk tên, ji kîtan bêje pêk tên û gava bêje bi awayekî manedar bidin pey hev, hevok pêk tên. Ew jî ziman bi xwe ye". Ez bi xwe têrma “kît” rasttir dibînim, ji ber ku ji yek kîteyê pêkhatiye. Lê ji ber ku zimanzanên me yên “Komika Kurmancî” têrma “kîte” bi kar tînin, bila wek ya wan be.
Kîte têgihîneka rêzimanî yan jî lînguîstîkî ye; ew ji tîpekê yan ji çend tîpan pêk tê û bi carekê ji devê me derdikeve. Ew di axaftinê da komika tîpan ya here biçûke. Di her kîteyeka zimanê kurmancî da divêt dengdêrek hebe ku em jêra navika kîteyê dibêjin. Di Kurmancî da kîte ji tîpekê heya 5 tîpan peyda dibin. Kîte dikare bêjeyek be, yan jî beşek ji bêjeyê be.
Wek nimûne:
1 – Bêjeya "Kurd" ji yek kîteyê pêk hatiye. Dengdarên "k, r, d" li dor navika kîteyê (degdêra "u") civiyane.
2 – Bêjeya "Kurdistan" ji 3 kîteyan pêkhatiye. Ew jî evin: "kur, dis, tan". Di kîteya "kur" da navika kîteyê dengdêra "u" ye, di kîteya "dis" da navika kîteyê dengdêra "i" ye û di kîteya "tan" da navika kîteyê degdêra "a" ye.
Em dibînin ku di bêjeya "Kurd" da tîpa "d" li gel "k, r" li dor navika kîteyê (dengdêra “u”) civiyaye. Lê di bêjeya "Kurdistan" da tîpa "d" ji navika xwe ya berê (u-ya bêjeya "Kurd") veqetiyaye û vê carê li dor navika "i" cih girtiye. Ji lew ra, dema em bêjeya "Kurdistan" bi lêv dikin, em sê caran li pey hev hinek bayê nefesa xwe ji devê xwe berdidin û wisa sê kîteyan didin bihîstin.
Rêzik 1
Ji ber ku kîte di axaftinê da komika tîpan ya here biçûke, ji lew ra jî nabe ku bi ti awayî û ji ber ti sedeman, tîpên wê, ne di axaftinê da, ne jî di nivîsandinê da ji hev bêne cudakirin.
a) Heger kîte tenha ji tîpekê pêkhatibe, hîngê ew tîp helbet dengdêre. Wek gihaneka „û“ yan jî wek kîteya „A“ di bêjeya „Amed“ (A-med) da ku du kîteyên xwe hene.
b) Heger kîte ji du tîpan pêk hatibe, hîngê yek ji wan dengdêre, ya din jî dengdare. Tîpa dengdêr dikare li pêşiya tîpa dengdar be (nimûne: av, ax, ...) yan jî li paş tîpa dengdar be (nimûne: ba, rê, ...).
Kîteyên 3 tîpî
c) Heger kîte ji sê tîpan pêkhatibe, hîngê tîpek ji wan dendêre û du tîp jî dengdarin û wisa sê pêkan li ber me ne:
1. Yan dengdêr li pêşiyê ye (nimûne: ard, erd, ast, ...).
2. Yan dengdêr di navberê da ye (nimûne: sal, meh, roj, ...).
3. Pêkana sêyem ewe ku dengdêr li dawiyê be û du dengdar li pêş wê bin (nimûne: xwe). Divêt em li vir bibêjin ku piraniya Kurmancan ji vê pêkanê hez nakin û her jê direvin. Li gelek herêmên kurmancî, li cihê bernavê “xwe” yan “xa” dibêjin, yan “xo” dibêjin, yan jî “xe” dibêjin. Herdu birayên Bedirxanî (Celadet û Kamiran peyva “bira” bi awayê “bra” nivîsandine. Lê ji ber ku Kurmanc ji pêkana du dengdar li pêşiya dengdêrê hez nakin – va ye bi demê ra – ev bêje li her derê bi awayê “bira” tê nivîsandin.
Kîteyên 4 tîpî
d) Heger kîte ji çar tîpan pêk hatibe, hîngê tîpek ji wan dengdêre û sê tîp jî dengdarin û wisa ev pêkan li ber me ne:
1. Pêkana ku dengdêr li destpêkê be û sê dengdar piştî wê bin, ev di Kurmancî da nabe.
2. Pêkana ku sê dengdar li destpêkê bin û degdêr li dawiyê be, ev jî di Kurmancî da nabe.
3. Pêkana ku dengdarek li destpêkê be, dengdêrek piştî wê be û du dengdar li dawiyê bin, ev di kurmancî da gelek pire (nimûne: deng, ling, sing, …).
4. Pêkana ku du dengdar li destpêkê bin, piştî wan dengdêrek hebe û dengdarek li dawiyê be, ev di Kurmancî da heye (nimûne: stûn, spas, stem). Lê belê, wek ku me li jor jî got, Kurmanc ji vê pêkanê hez nakin û jê direvin. Em dibînin ku pir kes bêjeya “stûn” yan dikin “istûn” yan jî dikin “sitûn”. Bêjeya “spas” yan dikin “sipas” yan jî dikin “supas”. Bêjeya “stem” yan dikin “istem” yan jî dikin “setem” (du kîte). Herdu birayên Bedirxanî (Celadet û Kamiran peyva “ziman” bi awayê “zman” nivîsandine. Lê ji ber ku Kurmanc ji pêkana du dengdar li pêşiya dengdêrê hez nakin – va ye bi demê ra – ev bêje li her derê bi awayê “ziman” tê nivîsandin.
Kîteyên 5 tîpî
e) Heger kîte ji pênc tîpan pêkhatibe, hîngê tîpek ji wan dengdêre û çar tîpên din jî dengdarin û wisa ev pêkan li ber me ne:
1. Pêkana ku dengdêr li destpêkê be û çar dengdar piştî wê bin, ev di kurmancî da nabe.
2. Pêkana ku dengdêr li dawiyê be û çar dengdar li pêşiya wê bin, ev jî di kurmancî da nabe.
3. Pêkana ku sê dengdar li dawiyê bin, dengdarek li destpêkê be û piştî wê dengdêrek hebe, ev jî di kurmancî da nabe.
4. Pêkana ku sê dengdar li pêşiyê bin, piştî wan dengdêrek hebe û dengdarek li dawiyê be, helbet Mîr Celadet hin nimûne dane, wek „stran“. Lê belê, ew kurmancên ku ji du dengdaran li pêşiya dengdêrê heznekin û jê direvin, dê çawa ji sê dengdaran li pêşiya dengdêrê hezbikin?. Va ye em dibînin ku bêjeya „stran“ yan dikin „stiran“ (du kîte), yan dikin „istiran“, yan dikin „sitiran“, yan jî dikin „histiran“ (sê kîte).
5. Pêkana ku du dengdar li destpêkê bin, dengdêrek di nîvî da be û du dengdar li dawiyê bin, helbet Mîr Celadet hin nimûne li ser vê jî dane, wek "stewr, sport, stand". Lê belê her em dibînin ku Kurmanc çi tiştî tînin serê van bêjeyan. Bêjeya "stewr" yan dikin "istewr", yan "sitewr" (du kîte), yan jî "sitewir", belkî jî "istewir" (sê kîte).
Gelo çima wisa ye, gelo çima Kurmanc wek ku Mîr Celadet nivîsandiye nakin?
Divêt em bersiva vê pirsê bidin. Ji bo bersiva vê pirsê emê dîsa vegerin ba Mîr Celadet.
Sedema vê diyardeyê ew e ku Mîr Celadet tîpa "i" xistiye nav alfabeya Kurmancî.
Gengeşîya me dê dewam be.....