Gelo tîpa dubare di Kurmancî da heye yan na?!
Min bi xwe bersiva vê pirsê heya demekê, hergav bi neyînî dida. Min digot, na nexêr, tîpa dubare di kurmancî da nîne. Bê guman, her kesekî wek min ku li ser şopa mamostayê mezin Mîr Celadet Bedirxan diçe, ew jî bersiveka neyînî dide vê pirsê. Ji ber ku Mîr Celadet bi aşkereyî gotiye ku tîpa dubare di kurmancî de çênabe.
Lê ne tenê tîpa dubare, gava du tîpên ji yek cihderkê jî di bêjeyekê da têne pey hev, hîngê tîpa pêşîn tê avêtin. Daku em baş têkevin nava mijarê, divêt em hin nimûneyan jî bidin. Wek nimûne li ser avêtina tîpa dubare, Mîr Celadet jî rengdêra "xurt" aniye ku gava ev rengdêra me rewişta du heyberên têvel be, hîngê ji bo xuyakirina cudahiya rewiştan herdu heyberan, rengdêra "xurt" parkîta "tir" distîne û wisa rewişta duwem ji ya yekem bi vî awayê jêrîn pêktê:
xurt + tir = xurttir
Niha ji ber ku di vê rengdêra me da tîpa dubare pêkhat, hîngê - li gor Mîr Celadet - divêt tîpa "t" ya pêşîn bête avêtin û ev bêje bi awayê "xurtir" bê nivîsandin.
Tîpên wek "d" û "t", "b" û "p", "g" û "k", "c" û "ç", "z" û "j" û hwd. ji devê me, ji yek cihderkê têne der. Hîngê gava di bêjeyekê da, cotek ji van tîpan bêne pey hev - dîsa li gor Mîr Celadet - divêt tîpa pêşîn bête avêtin. Wek nimûne, emê vê carê rengdêra "bilind" bidin. Ew jî wek nimûneya jorîn:
bilind + tir = bilindtir
Ji ber ku di vê rengdêra me da du tîpên ji yek cihderkê hatin pey hev, hîngê - dîsa li gor Mîr Celadet - divêt tîpa "d" ji nav bêjeyê bête avêtin û ev bêje bi awayê "bilintir" bê nivîsandin.
Pir kes - ez jî yek ji wan - li ber vê pirsê rawestiyan, belkî ew jî wek min hinek dudilî bûn. Lê belê, ji ber ku tu kesî ji me nikarîbû avê li destê Mîr Celadet bike, herkes di ser vê pirsê ra derbas dibû - heke bi dil be yan ne bi dil be - û ev tiştê ku mamostayê mezin gotiye dipejirand.
Ez bi xwe gelek li ser vê mijarê rawestiyam û min herdem ji xwe pirs dikir, gelo çima mamostayê me ev tişta gotiye û wisa kiriye?. Lê belê ev tiştê ku ez dibêjim du pirsin.
Yek: Çima wisa gotiye?. Du: Çima wisa kiriye?
Pirsa pêşîn ku çima wisa gotiye, ji min ra gelek aşkere û ronake. Bi rastî jî, gava mirov li pêvajoyê dîrokî yê guhartina zimanê me temaşe bike, vê rastiyê têda dibîne. Rewşa bindestiyê ya gelê Kurd û dagîrkirina Kurdistanê wisa li me kiriye ku zimanê me di hin heyamên dîrokî da tenê bi awayê devkî ji nifşekî derbasî nifşên din bûye. Li gor pêvajoyê guhartina zimanê devkî, ev mijara ku mamostayê me yî mezin dibêje, rast û duriste. Îro jî, ev pêvajoyê han di zimanê devkî da berdewame.
Wek nimûne: Gava bêjeya "deng" û bêjeya "kirin" digihînin hev, ji herduyan bêjeya "dengkirin" pêk tê. Li gor qeyda guhertina zimanê devkî û wek Mîr Celadet jî dibêje, divêt ev bêje bi awayê "denkirin" bê nivîsandin. Bi rastî jî, li gelek herêmên rojavayê Kurdistanê (wek nimûne herêma Efrîn) bêjeyên "axaftin" û "peyvîn" qet nayên bikaranîn. Li cihê wan "denkirin" tê gotin û bi rastî jî tîpa "g" ji nava bêjeyê tê avêtin. Ev jî li gor qeyda jorîn gelek rast û duriste. Lê belê, êdî em hest pê dikin, ku bi vî awayî, di navbera zimanê devkî û yê nivîskî da dijberiyek pêk tê. Ka em gaveka din biavêjin û li cudahiyeka din, ya di navbera zimanê devkî û yê nivîskî va temaşe bikin. Bala xwe bidin vê hevoka jêrîn:
Ez jî diçim Amedê.
Gelo ev hevoka me di zimanê devkî de çawa tê gotin?
Kurd dibêjin: Ejî diçim Amedê.
Niha baş hate xuyakirin ku dema em pêdin pey qeyda zimanê devkî, hîngê gelek tişt dê tev li hev bibin. Awayê nivîsandina hevoka dawîn, wek çawa tê bilêvkirin, di zimanê nivîskî da ne rewa ye û bi ti awayî nayê pejirandin. Hevokeka bi vî şêweyî tenha em dikarin di helbestên pîvayî da, ji helbestvan ra rewa bikin; ew jî bi mercê ku bi rastî bêyî wê helbest ji pîvan û ahengiya xwe dikeve. Ji bilî wê, divêt ev şêweyê nivîsandinê di pexşanê da bi ti awayî ne rewa be.
Gengeşîya me dê berdewam be.....