Niha, gava em vegerin ser naveroka mijara xwe, em dikarin bibêjin ku li gor pêvajoyê dîrokî yê guhartina ziman, bi rastî jî tîpa pêşîn ji tîpa dubare û wisa jî tîpa pêşîn ji du tîpên ji yek cihderkê di zimanê devkî da têne avêtin. Bi vî awayî, me bersiva ku çima mamostayê mezin wisa gotiye dît. Lê pirsa ka çima wisa kiriye, dîsa jî bê bersiv dimîne.
Lê belê, ka em bipirsin, gelo tenha Mîr Celadet wisa gotiye, lê wisa kiriye jî. Heke wisa kiribe jî, bi dîtina min - piştî ku ez destûra lêborînê ji giyanê wî yê pak dixwazim - mamostayê me biryara xwe di vî warî da zû standiye. Diviyabû ev qeyda han tenha wek pêvajoyê dîrokî yê guhartina zimanê devkî bihata daxuyandin. Lê ji bo zimanê nivîskî û bi taybetî ji bo bêjeyên nûpêkhatî, divêt ev qeyda han neyê bikaranîn. Bi dîtina min, divêt pêvajoyê dîrokî bê naskirin, lê biryar bi awayekî din bê standin ku em di rewşeka wisa da, tîpên rayekî, hem tîpa dubare û hem jî herdu tîpên ji yek cihderkê biparêzin.
Gelo çima?
Zimanê me di warê sazkirin û afirandina bêjeyên nû da zimanekî zindî ye, xwedî dînamîk û afrînere. Mirov dikare bi alîkariya pêrkîtan, parkîtan, dûpaşan û lihevsiwarkirina birên bêjeyan wek navdêr, cînav, lêker, daçek, jimarnav, rengdêr û hoker bêjeyên nû peyda bike û biafirîne. Ziman jî bi vî awayî geş û dewlemend dibe. Wek hemû zimanên cîhanê yên nûjen, divêt ji bo zimanê me jî, zimanê nivîskî pêşengî û serdariya zimên bike û wisa bandora xwe êdî li zimanê devkî jî bike. Heke ne wisa be û her herêmek bide pey qeyda xwe ya taybet ya zimanê devkî, emê bi ti awayî nikaribin zimanekî yekgirtî û nûjen pêkbînin.
Daku em di asta nêrîn û teoriyê da nemînin, ka em dîsa hin nimûneyan bidin.
Nimûne 1: Bêjeya “serok” + bêjeya “komar” dibe “serokkomar”. Gava em bên û tîpa dubare ji bêjeya nûpêkhatî biavêjin, hîngê dibe “serokomar”. Başe, ka em bibêjin, ev qeyda me li vir dikare xwe ragire. Ji ber ku ji bêjeya “serokomar” hên baş tê fehmkirin, mebest serokê Komarê ye. Lê ka em hin nimûneyên din bînin.
Nimûne 2: Bêjeya “yek” + bêjeya “kîte” dibe bêjeya “yekkîte”. Gava em tîpa dubare ji bêjeya nû biavêjin, hîngê dibe “yekîte”. Gelo ma kî dê bizanibe mebesta me bi “yekîte” çi ye?.
Nimûne 3: Bêjeya “nîv” + bêjeya “vekirî” dibe “nîvvekirî” (bi mana ku derî ne bi temamî vekirî ye, lê belê ew nîvvekirî ye, yanê yankêşe). Gava em tîpa dubare ji bêjeyê biavêjin, hîngê ew dibe “nîvekirî”. Gelo ma kî dê mebesta me têbigihîne? Gelek pêkane ku mirov hîngê di bin vê bêjeya nû da beşkirina tiştekî bi du beşên wek hev têbigihîne, yanê hatiye bi nîvkirin.
Nimûne 4: Bêjeya “teng” + bêjeya “kirin” dibe “tengkirin”. Gava em bêjeyê bi awayê “tenkirin” binivîsin, ma dê kî mebesta me têbigihîne? Herkes dê bipirse, gelo “tenkirin” çî ye?
Nimûne 5: Bêjeya “hişk” + bêjeya “kirin” dibe “hişkkirin”. Gava em bêjeyê bi awayê “hişkirin” binivîsin, hîngê dê herkes bawer bike ku pêwendiya vê bêjeyê bi “hiş” ra heye.
Nimûne 6: Bêjeya “kasêt” + bêjeya “tomarkirin” dibe “kasêttomarkirin”. Wek hevok: Zozan ji bo kasêttomarkirinê çû bajêr. Gava em vê hevokê bi awayê “Zozan ji bo kasêtomarkirinê çû bajêr” binivîsin, hîngê tikes dê nizanibe, ka em çi dixwazin bêjin.
Wisa em dikarin bi dehan û bi sedan nimûneyan bînin û wek dawiya gengeşiyê, em digihînin encamekê ku ev qeyda avêtina tîpa dubare û tîpa pêşîn ji herdu tîpên ji yek cihderkê nikare xwe li hember dînamîzma ziman ragire.
Bi rastî jî, ji ber bêqezenciya vê qeydê, piraniya nivîskarên me, ji bilî yên ku hişk û teng difikirin, êdî dev ji vê qeydê berdidin. Ev jî, bi dîtina min, pêngaveka gelek durist û di cih da ye.
Piştî ku me ev pêngava dîrokî jî derbas kir, ka em bibêjin başe, di avakirina bêjeyên nû da bila ti tîp neyên avêtin û em bibêjin ku di zimanê me da tîpa dubare bi awayê “şedde” nîne û em baweriya xwe bi vê yekê bînin.
Heya pêş niha bi demekê, min jî ev senger û çeper parast û nivîsandina bêjeyên wek “gule”, “gerîla” û hwd. bi şêweyê “gulle” û “gerîlla” wek ne rewa dît û li gor gramera me ya niha hên jî wek ne rewa dibînim.
Gengeşîya me dê berdewam be...