Heya pêş niha bi demekê, min jî ev senger û çeper parast û nivîsandina bêjeyên wek “gule”, “gerîla” û hwd. bi şêweyê “gulle” û “gerîlla” wek ne rewa dît û li gor gramera me ya niha hên jî wek ne rewa dibînim. 

Lê heger pirsgirêk tenha ev be, hîngê mirov dikare vê çeperê hên jî biparêze. Belê, di vê dema dawî da, ez rastî hin bêjeyên din hatim, ku - bi dîtina min - em neçarin dev ji vê qeydê jî berdin. Ew jî ev mijare:

Min berî vê bi demekê pirtûka birêz Deham Evdilfetah ya bi sernivîsa "Hindek aloziyên zimanê kurdî (kurmancî)" xwend. Birêz Deham bala me dikişîne ser gelek pirs û pirsgirêkên zimanê me û li gelek deriyan dide. Tevî ku dîtinên me û yên birêz Deham di hin pirsan da ne mîna hevin, lê ez bi xweşbînî spasiyên xwe ji wî ra pêşkêş dikim ku serê xwe bi van pirsan êşandiye. Belê tiştek di pirtûka birêz Deham da heye ku ez bi sedema wê rastiyê gihîştim encamekê, ya ku ji bo vê mijara me gelek girîng û balkêşe. Birêz Deham li ser bêjeyên "mîr" û "mîrek" radiweste. Tevî ku ew di vî warî da li deriyê pirsgirêka "biçûkkirinê" jî dide ku ew pirseke dine, lê di dawiyê da digihîne encamekê ku bêjeyên wek "şillek", "dizzek", "virrek" û hwd., di xwe da rewşa berdewamiyê hildigirin. Bi rastî jî birêz Deham di vê pirsê da gelek mafdare û ji lew ra, ez careka din spasiya wî dikim, ku bala me kişandiye ser vê rastiyê. Ew li ser pirsgirêka tîpa dubare ranewestiyaye, lê wek hêrzan ji ronahîkirina wî, em dikarin vê encama girîng wek nimûne ji bo hebûn yan tinebûna "şeddeyê" di zimanê me da wergirin. Ka em vê pirsê jî dîsa bi nimûneyan ronak bikin. 

Nimûne 1: Em bala xwe bidin bêjeyên "diz", "dizek" û "dizzek". Ew kesê ku dizî kiriye, em jêra "diz" dibêjin. Gava ev navdêr nebinavkirî (nenas) be, hîngê em "dizek" dibêjin; yanê bi maneya “yek diz”. Lê gava ev mirovê diz herdem diziyê bike, hîngê em jêra "dizzek" dibêjin. 

Bi rastî jî, divêt em li vir navdêrê nebinavkirî "dizek" û navdêrê "dizzek", yê bi maneya ku herdem diziyê dike, ji hevdu cuda binivîsînin. Bilêvkirina wan jî ne mîna heve. Navdêrê nebinavkirî bê "şedde" tê bilêvkirin, lê belê navdêrê din bi "şeddeyê" tê bilêvkirin. 

Ka em bala xwe bidin van nimûneyan jî:

Bêjeya "vir" bi maneya derew, bêjeya "virek" bi maneya "yek vir" û bêjeya "virrek" bi maneya ew kesê ku herdem derewan dike. Nimûneyên din jî gelek pirin:

Mîr - mîrek - mîrrek, çil - çilek - çillek, şil - şilek - şillek û her wisa û her wisa... 

Bi rastî jî em dibînin ku maneya herdu komên bêjeyan ji hev gelek cuda ye. Ev şêweyê ku bi şidandinê pêktê, rewişta berdewamiyê dide kesekî yan heyberekî. Bêjeyên pîr - pîrek - pîrrek jî wisa ne. Rewişta "pîr" ji wê jinê ra tê gotin, ewa ku temenê wê êdî pire û "pîrek" bi maneya "yek pîr" hatiye gotin.  Lê belê, rewişta "pîrrek" bi mecazî tê bikaranîn. Li vir ne merce ku temenê wê jinê pir be. Lê em, bi rewişta berdewamiyê, wek jineka temenê wê pir be, davêjin ser wê û, bi vî awayî, em wê jinê ji bo kesên biyanî notralîze dikin, daku ew li wê wek jineka temenê wê pir temaşe bikin û wê wisa bihejmêrin. 

Ka em niha ji nû va pirsa bingehîn bikin. Gelo çima em pêşda biryarê didin û hukum dikin ku tîpa dubare, yan jî "şedde" di zimanê me da nîne, bêyî ku em li hemû qunc û aliyên zimanê xwe bigerin? 

Ma tîpa dubare, yan jî "şedde" di zimanê me da hebe, gelo çi azarê digihîne me?

Çima emê hin rêz û rêzikan biparêzin, ewên ku di ziman da nema dikarin xwe ragirin?

Wek encam, bi dîtina min, divêt êdî em hinek qeyd û rêzikên zimanê xwe li gor rastiya ziman sererast bikin. Em pêşneyaz dikin ku tîpa dubare û tîpên ji yek cihderkê tenê di bin van mercan da bên parastin û nivîsandin:

Rengdêrên wek “xurttir, rasttir, çewttir, û hwd.” Bi tîpa dubare bên nivîsandin.

Gava du tîpên ji yek cihderkê bên pey hev, tîpa pêşîn neyê avêtin; nimûne, bêjeyên wek “blilindtir”.

Gava du bêje li hev siwarbûn û di bêjeya nû da tîpa dubare pêkhat yan jî du tîpên ji yek cihderkê hatin pey hev, hîngê divêt herdu tîp jî bên parastin; nimûne, bêjeyên wek “şerrawestandin, hişkkirin, yekkîte, yekgirtî, dengkirin, tengkirin û hwd.”.

Bêjeyên wek “dizzek, virrek, mîrrek, pîrrek û hwd.”, ku di maneya xwe da rewişta berdewamiyê hildigirin, bi tîpa dubare bên nivîsandin.

Bêjeyên biyanî ku em di zimanê xwe da bi kar tînin û di zimanê biyanî da bi tîpa dubare yan jî bi şeddeyê tê nivîsandin, em jî wan bêjeyan bi tîpa dubare binivîsin; wek bêjeyên “gêrilla, mille, millet û hwd.”. 


Gengeşîya me dê berdewam be.....