Mîr Celadet Bedirxan hesabê tîpên dudengî nekiriye. Wî 23 dengdar û 8 dengdêr ji bo zimanê Kurmancî danîne. Hin Kurd, bi taybetî jî Kurdên herêma Sovyeta berê pir li ser vê mijarê radiwestin û gengeşe dikin. Helbet ya pir jî ji ber wê yekê ye ku rêzdar Prof. Qenatê Kurdo tîpên nerm û hişk pêşniyaz kirine.
Tîpên dudengî di kurmanciya bakur da pêncin. Daku xwedevan armanca me têbigihîne, emê şêwazê van tîpan yê nerm û hişk bi vî awayî ji hev cuda bikin:
ç – ḉ (Ç - Ḉ), k – ǩ (K – Ǩ), p – ṕ (P - Ṕ), r – ř (R – Ř), t – ŧ (T – Ŧ).
Di kurmanciya navîn da (soranî) tîpa “l” (L) jî dudengî ye: l – ľ (L – Ľ).
Dibêjin ku zimanê Madan (zimanê mîdî) ji 37 tîpan pêkdihat. Ti belgeyên dîrokî di dest min da nînin yên ku vê yekê piştrast bikin. Lê heger tiştekî wisa hebe, gelek gengaz û pêkane ku ev şeş tîpên dudengî (nerm û hişk) hiştibin ku hejmara tîpan bigihîne 37´an.
Gelo çare çi ye?
Bi baweriya min, pêwîst nake ku em di nivîsandinê da li her cihekî nermbûn û hişkbûna van tîpan nîşan bidin. Heger em wisa bikin, em tîpên Kurdiya Latînî ji 31´an dikin 37 û ev yek wê gelek zehmetiyan bi xwe ra bîne. Piştî hin lêkolînan, min dît ku nermkirin û hişkkirina van tîpan li hemû herêmên Kurdistanê ne mîna heve.
Wek nimûne:
1 - Tîpa “P” di bêjeyên “pêş” û “paş” da li herêma Serhedê û li herêmên Qefqasan bi awayê nerm tê bilêvkirin, lê belê li herêmên din bi awayê hişk tê bilêvkirin.
2 - Tîpa “L” tenha di Kurmanciya Navîn da bi şêwazên hişk û nerm heye, lê di Kurmanciya Bakur da tenha bi şêwazê nerm heye.
Ji lew ra, ya here baş ewe ku em hejmara tîpên alfabeyê 31 bihêlin û em tenha li hin cihên pêwîst ku dikare guman li ser peyvê çêbe, em van êşmarên (îşaretên) ku me li jor dane xuyakirin biavêjin ser tîpan. Yanê wek di zimanê Elmanî da ku tîpên ziman 26 tîpin, lê çar nîşanên alîkar hene (ä = ae, ö = oe, ü = ue, ß = sz) û ev ji alfabeyê nayên hejmartin.
Wek nimûne:
1 – Dema ku em bêjeya “ker” bi tenha serê xwe binivîsînin, hîngê ne diyare ka ew çi maneyê dide.
A - Gelo mebest jê ew sewalê kedî ye ku hin kes baran lê bar dikin û hin kes jî lê siwar dibin?!
B - Yan mebest jê ew kesê ku nabihîse ye?!
C - Yan jî mebest jê beşe?!
Di rewşeka wisa da, heger em bi awayê “ǩer” binivîsînin, gelek diyare ku ew bi maneya sewalê kedî ye. Heger em bi awayê “keř” binivîsînin, gelek diyare ku ew bi maneya kesê ku nabihîse ye. Û heger me bi awayê “ḵer” nivîsand, gelek diyare ku ew bi maneya beşe.
Lê belê di van hevokên jêrîn da pêwîst nake ku em ti êşmaran (îşaretan) biavêjin ser tîpên dudengî:
1 – Dijmin dixwaze hêza me ker ker bike.
2 – Navê birayê Kulikê Silêmên Ker bû.
3 – Gotina pêşiyane "çû seferê – hat kerê berê".
Heger me got, "Barekî giran li kerê siwar kirin" û bêjeya "ker" bê êşmar hêşt, hîngê mebest jê sewalê kedî ye. Lê heger ew kesê ev hevok nivîsandiye, mebesta xwe "barekî giran li ew kesê ku nabihîse siwar kirin" be, hingê divêt hevoka xwe bi vî awayî binivîsîne: Barekî giran li keřê siwar kirin. Belkî hin kes bêjin, divêt bi vî awayî binivîsîne: Barekî giran li ḵeřê siwar kirin. Bi baweriya min wisa pêwîst nake. Lê heger wisa kir, hîngê hên baştir tê fêhmkirin.
Ev şêwazê hişkkirina tîpan di awayê nivîsîna kurdî da bi tîpên aramî her heye û wisa ji bo kurdan ne tiştekî biyanî ye. Belkî hin kes bibêjin, emê çawa van îşaretan di nivîsên rojane da pêk bînin?. Ev mijar bi pirsa klavya Kurdî va girêdayî ye. Min bi xwe klavyayeka wisa durist kiriye û her kes dikare li kompûtera xwe siwar bike. Ev pirseka gelek sade û asan e.
Gengeşîya me dê berdewam be.....