Dewleta Osmanî ku ji bo desthilatiyê bira birayî dida kuştin, ji bo ku mîrnişînên Kurdan xurt nebin, ev xal xistibû nava peymanê, mîrên Kurdan jî bêyî ku jê haydar bibin ev yek pejirandibû. Piştre jî dewleta Osmanî her tim hewl da ku desthilatiya xwe li ser mîrnişînên Kurdan û teveka Kurdistanê xurt bike. Bi Fermana Tanzîmatê re jî desthilatiya mîrên Kurdan hat bidawîkirin û dewleta Osmanî waliyên xwe şandin Kurdistanê.
Piştî komarê parçekirina Kurdan berdewam kir. Cudatiyên Kurdan bi destê dewletê bûn bingeha dubendî û nakokiyan. Bi vî awayî Kurdên sûnî li dijî Kurdên elewî bikaranîn, Kurdên êzidî bi destê Kurdên sûnî dane qirkirin. Heta salên 1980’yî cudatiya zaravayan nebû mijara parçekirina Kurdan. Lewre dewletê hebûna Kurdan ji binî ve red dikir û bi qasî ku di vî warî de polîtîkayan bimeşîne, Kurd nas nedikirin. Piştî salên 1980’yî ku Kurd bi têkoşîna xwe ya nû derketin holê, aqilmendên dewletê dest avêtin mijara zaravayên Kurdî. Êdî wan bi awireke taybet bala xwe zaravayê kirmanckî. Li ser vê yekê hinek pirtûk û namilke hatin weşandin.
Li aliyê din, piştî cûntaya leşkerî hinek Kurdên ji rêxistinên çepgir ên Tirk ku reviyabûn welatên Ewropayê jî dest bi xebata “zaza”tiyê kirin. Di wê demê têkoşîna gelê Kurd geş dibû û wan ji ber nakokiyên kevnare nedixwest di nav vê têkoşînê de cih bigirin, ji bo ku xwe ji têkoşîna gelê Kurd bikin, wan di bin navê “zaza”tiyê de dest bi xebatan kir. Wan kesan bi taybetî li Almanyayê ji xwe re cih dît, hinek pirtûk û kovar derxistin û bi domana demê re ew li qada akademîk jî birêxistin bûn.
Piştî ku li Tirkiyeyê AKP hat ser kar, polîtîkaya redkirina hebûna Kurdan bi dawî bû, Kurdên li derdora terîqetên olî û Kurdên oldar ku tu caran ji bin per û baskên dewletê derneketibûn (bi taybetî yên li derdora Xerpêt û Çewlikê) ji nişka ve bi “zaza”bûna xwe hesiyan. Hikûmeta AKP’ê ji wan re televîzyon vekir û piştre jî deriyên zanîngehan li wan vekirin. Niha ev her du kom (koma dêrsimiyên kemalîst û çewlikiyên îslamîst û dewletperwer) gihaştine hev û li zanîngehên Bîngol û Tunceliyê xebata “zimanê zazakî” dikin. Pêşî çend konferans li dar xistin, lê hinek lêkolînerên welatparêz beşdarî wan konferansa bûn û ew konferans negihaştin armanca ku AKP dixwaze. Di warî de helwesta Zanîngeha Artukluyê girîng bû, beşa Kurdî ya vê zanîngehê ev helwesta AKP’ê nepejirand û diyar kir ku ew kirmanckî jî wekî zaravayekî Kurdî dibîne. Li ser vê yekê pirtûka ku wan ji bo waneyên vebijêrkî amade kiribû, nehat çapkirin, wekî pirtûka dersê nehat qebûlkirin, wekî materyala alîkar li ser malpera MEB’ê hat weşandin.
Daxuyaniya dawîn a Wezîrê Perwerdeyê Omer Dînçer nîşan dide ku ew ê êdî cudatiya zaravayên Kurdî bi awayekî aşkera li hemberî Kurdan bi kar bînin. Heta niha ev yek bi awayekî veşarî dihat kirin, lê ji niha pê ve dê bi awayekî vekirî were kirin. Dewleta ku kirmanckî û kurmancî wekî du zimanên cuda pênase dike, bi xwe Tirkiya Tirkiyeyê û çûvaşî wekî du zaravayên Tirkî pênase dike. Heke zimanê çûvaşî zaravayê Tirkî be, em kurmancî û kirmanckî daynin aliyekî; Kurdî û farisî, heta Kurdî û sanskrîtî jî zaravayên heman zimanî ne. Di encamê de em dikarin bibêjin, mijara zaravayên Kurdî û parçekirina Kurdan ne mijareke zimanzaniyê ye, mijareke siyasî ye. Lewre jî divê li hemberî vê helwesta dewletê û hevalbendên wê, helwesteke Kurdan jî hebe.
Mijara zaravayên Kurdî
Dewleta Tirk li şûna ku di warê çareseriya demokratîk de hinek gavan biavêje, destên xwe ji dek û dolaban nakêşe. Ji serdema Yavuz Selîm bi vir de polîtîkaya sereke ya rayedarên Tirkan parçekirina Kurdan e. Li gorî peymana ku bi serkêşiya Îdrîsê Bedlîsî di navbera mîrên Kurdan û dewleta Osmanî de hatiye morkirin, heke mîrek ji Kurdan jiyana xwe ji dest bide, dê warên desthilata wî li zarokên wî were parvekirin. Ev xal, gelekî girîng û stratejîk bû, lewre di encamê de parçebûn û qelsbûna mîrnişînên Kurdan bi xwe dianî.