Ban Ki-moon ê ku qala nakokiyên erjeng û kûr ên dinya di nav de diqewixe kir û bal kişand ser li aliyek bolixayiya xurekan, li aliyê din birçîtiya mîlyarek mirovî. Sekreterê Giştî yê NY’ê wiha pêde çû: “Li aliyekî bi şêwazên jiyana dewlemend kêmaniyek biçûk, lê li aliyê din piranî di nav hejariyê de ye.”
‘Çek ji bo kuştinê tên kirîn'
Ban Ki-moon bi pirsan bal kişan ser kêşeyên dinyayê û wiha got: “Ne ji bo parastina mirovan, ji bo kuştina wan bi mîlyaran pere ji çekan re hat serfkirin. Mirovê 7 mîlyaremîn di dinyayek çawa de ji dayîk bû? Em ji bo dahatûya/paşeroja zarokên xwe dinyayek çawa dixwazin?” Ban Ki-moon got ku dê ji civîna G20 re ku roja Pêncşemê li Cannasê tê lidarxistin, dê peyamek vekirî û bihêz bide.
Sekreterê Giştî yê NY’ê wiha dirêjahî da axaftina xwe: “Zarokên xwe bihizirin/bifikirin. Dahatûyê ligel vîzyonek bifikirin. Em bi qeyranek aborî ya giran re rûbirû ne. Ji bo beşek mezin a dunyayê, birîna butçeyan li ber derî ye. Lê di bin van şertûmercên çetin de jî nabe ku em bihêlin ên ku bi tundî bi bandor dibin wenda bibin. Em îro, ji vê pitika/ê ku mirovê 7 mîlyaremîn re dibêjin tu bi xêr hatî. Dema me ev yek kir, divê em mecbûriyeta arîşenî/wire û pragmatîk a li hemberî vê pitikê/î bizanin.
Ji van 7 mîlyaran jê yek jî ez im. Hûn jî. Bi hev re, ji bo me hemûyan, ji bo dinyayek baştir, bi xebata hevkar û hevgir em dikarin van 7 mîlyaran bihêztir bikin.
ANF/NEW YORK